Reyhan Aktar: Divê cîhana kar ji bo jinan dirist be

09:16

Helin Yıldırım/JINHA

AMED - Seroka Komela Karmendên Jinên Amedê (DİKAD) ê Reyhan Aktar diyar kir ku jinên Kurdistanî jî weke jinên reşik di cîhanê de rastî newekheviyê tên û got: "Divê karmendên jinên û rêxistinên din yên jinan ên li Tirkiyê li hember jinên ser vê erdnîgariê dijîn bêhtir wekhevbana."

DİKAD di sala 2004'an de bi hatina bahev a karmendên jin hat avakirin. DİKAD ji bo ku zêdetir hêzê bide karmendên jin xebatên xwe dimeşîne. Ji bo alikarî dayîna jinên serlêdanan dikin di aliyê erênî de bandor dike û di aliyê xebatên civakî de jî xebatên xwe berdewam dike. Me xebatên 11 salan ji Seroka Komeleya DİKAD'ê Reyhan Aktar pirsî. Reyhan karmendiya weke 'cîhana mêran' tê nasîn bi çavê jinan nirxand.

'Di dawiya perwerda teşebûsê de em sertifika didin'

Reyhan da zanîn ku di aliyê gihiştina jinan de ew jinên ciwan ên weke endamên buroyê digihînin jinên serlêdan dikin bi rêya wan li navêndên kar bicîh dikin û wiha domand: "Tenê şertên pêşdebirina qada îstihdamê pêşî li teşebûsên nû vekirinbû. Di vê mijarê de jin û ciwanan perwerda teşebûsê didin. Di dawiya perwerdê de sertifikan didin. Paşê jî ew jin serî li KOSGEB'ê didin dema ku ji bo kar destdayîbe dibiniya avahiya kar de kirêdiyê digire."

'Pirsgirêkên jinan dişibin hev'

Reyhan destnîşan kir ku hem di herêmê de hem jî di nava hev de pirsgirêkên jinan dişibin hev û wiha berdewam kir: "Herêm bi cudahiyên xwe di aliyê çareseriyê de pêşniyaran pêşdixe. Bi vê bûneyê em hem li Tirkiyê û hem jî di asta navnetewî de ketin nava têkiliyan. Hinek ji van xebatan li Enqere û Îtalyayê hatin pêşxistin. Li vêderê armanca me hem di nava xwede hem jî di nava navnetewî de jin xwe rêxistin bikin û tecrubeyên girtîn bi hev re par bikin. Em li ser mijarên weke jin ji ber kijan pirsgirêkan nikarin têkevin nava jiyana kar? Yan jî di nava cîhana kar de herî zêde rasti kîjan pirsgirêkan tên? Em li ser van nirxandinan dikin."

'Li hember jinên kurd feminizim kor maye'

Reyhan anî ziman ku jinên Kurdistanî bi qasî jinên reşik rastî newekheviyan tên û wiha dom kir: "Feminizim li hember jinên kurd kor mane. Herî zêde feminizma burcuwa bikar anîn. "Divê karmendên jinên û rêxistinên din yên jinan ên li Tirkiyê li hember jinên ser vê erdnîgariê dijîn bêhtir wekhevbana."

(zt)