'Garantiya Rojavayek azad bi pêşengiya jinan wê pêk were'
09:19
Jiyan Hêvî -Zêrîn Kurtay/JINHA
QAMIŞLO - Ji bo avakirina Meclîsa Aborî ya Jin li bajarê Qamişlo civînek hat li darxistin.
Di çarçoveya xebatên înşayê de rêxistina jin a Yekitiya Star xebatên xwe ya avakirina komînan didomîn in. Li ser bingeha pêşxistina xebatên aborî a komînan, li bajarê Qamişlo Meclîsa giştî ya aborî a komînên jinan hat avakirin. Civîn ji aliyê Endama Rêveberiya komîteya Yektiyiya Star Delal Efrîn, Seroka Yekitiya Star Welîde Botî û Rêveberiya Yektiya Star a Taxa Kornîş Leyla Muhemed ve hat rêvebirin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdên azadiyê ve hat despêkirin.
'Ev civîn asta xebat û pêşketina pergala jinê destnîşan dike'
Koordînasyona Yekîtiya Star Dîlan Qamişlo di vekirina civînê de axivî û balkişand ser girîgiya xebatên xwe yên jin. Dîlan wiha got: "Cara yekeme em civînek bi vî aweyî li dardixin. Ev civîn asta xebat û pêşketina pergala jinê destnîşan dike. Ji destpêkirina dîroka desthilatdariyê û heta roja me ya îro jin ji hemû qadên jiyanê hatiye durxistin. Lê niha bi têkoşîna azadiya Kurdistanê re jin roj bi roj di hemû qadan de bi awayê herî çalek rol dilîzê."
Dîlan di axaftina xwede behsa polîtîkayên şer yên hikûmeta Tirkiyê kir û wiha got: "Dewleta Tirkiyê bi siyaset û polîtîkayên qirkirinê li dijî gelê Kurd herdem tevdigere. Bi êrîşên li dijî herêmên Parastinê yên Medya yê û Rojavayê Kurdistanê re nîşaneya berdewam kirina siyaseta şere. Destkeftiyên ku gelê Rojava û Bakurê Kurdistanê bi dest xistiye ne li gorî berjiwandiya hikûmeta AKP'ê ye. Ji ber vê yekê komkujî li dijî gelê me yên sivîl pêk tîne." Dîlan diyar kir ku komkujiya li dijî gundê Zergelê pêkhatiye li dijî hêz û vîna jinê ye û li hember van êrîşan ewê bi sekin û bi hêzkirina xebatên rêxistina jin dikarin bersivê bidin pergala desthilatdariyê.
'Di civaka demokratîk de jin wê bibe pêşenga xebatên aboriyê'
Dîlan li ser girîngiya xebatên aborî rewastiya û anî ziman ku, bi rêxistinkirin û avakirina komîteyên aborî yên jin wê bibe bersiva herî mezin li dijî pergala desthilatdariya mêr. Dîlan wiha berdewam kir: "Li Rojavayê Kurdistanê yê ku xebatê aborî pêş bixe jine. Ji ber ku di dîrokê de yekem jin aboriya civakê avakiriye, wê bi rihê dîrokê li Rojava jin pêşengiya aboriya civakê bike. Bi hemû pêkhatiyên xwe ên Ereb, Kurd, Sûryanî, Ermenî û Aşorî li ser bingehê civakek wekhev û demokrat jin wê xebatên xwe yên aboriyê bi hêz bike."
'Garantiya Rojavayek azad bi pêşengiya jin wê pêk were'
Dîlan wiha dawî li gotina xwe anî: "Garantiya Rojavayek azad û Suryek demokrat wê bi pêşengiya jinê ve pêk were. Ji bo vê yekê divê hemû jin tevlî xebatên înşakirina civaka demokratîk bibin û bingeha civaka aştî, wekhevî û demokrasiyê avabikin."
'Civaka ku aboriya xwe bi xwe pêşnexe û rêvenebe, ewê herdem muhtacê derve be'
Her wiha Destaya Aborî û Bazirganiyê Sîhem Qeriyo jî jinên ku li civînê amede ne silav kir û got: "Hemû qadên ku jin cihê xwe di navde digre ew qad bi serkeftî dibe. Ji ber vê yekê çiqas jin xwe di nava qada aborî de bi rêxistin bike dê pêşbikeve û bi serbikeve." Sîhem destnîşan kir ku ew wek desteya aborî xwedî hewldanin ku di qadê aborî de proje avabikin û wiha domkir: "Em weke desteya aborî ji bo pêşxistina aboriya civakê xwedî hewldanin. Di beşa aboriya civakê de lêkolîn me daye despêkirin û projeyên ku civaka me di warê aborî de pêşbikeve avadikin. Civaka ku aboriya xwe bi xwe pêşnexe û rêvenebe, ewê herdem muhtacê derve be."
Sîhem got: "Bi avakirina Meclîsa Aborî ya Jin li hemû bajarên Rojava wê bibe bingeha avakirina civakek wek hev. Ez bawerim hemû jinên ku cihê xwe di nava meclîsa aborî de bigirin wê erkên xwe bi çalak bi cih bînin û xwedî li berpirsyartiya xwe ya dîrokî derbikevin."
'Aborî jiyan e'
Endama Rêveberiya Komîteya Yekîtiya Star a Aborî Delal Efrîn wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje 'Aborî jiyan e'. Ji ber vê yekê jiyana baş bi rêxistinkirina aborî ve girêda ye. Dema ku jiyana civakê di warê aborî de bi rêxistinkirî be, tê wateya ku jiyana civakê di asta herî bilind de bi aram e."
'Pêşengiya civaka demokratîk jin dike'
Delal balkişand ser siyaseta dijmin ya di warê aborî de û got: "Dewletên desthilatdar li ser Kurdistanê siyaseta dagirkerî û qirkirina aborî daye meşandin. Ji bo ku gelê Kurd herdem di warê aborî de muhtacê dewletê be siyasetek taybet daye meşandin. Niha jî dibêjin 'Gelê Kurd dikare şerbike lê nikare di warê aborî de xwe bi rêvebibe'. Lê Rojava buye mînaka cîhanê. Êdî gelê Kurd dikare di her warê de xwe bi rêxistin bike û rêvebibe. Pêşengiya civaka demokratîk jin dike."
Delal di dawiyê de got: "Çawan jin di civaka xwezayî de pêşengiya civakê di warê aborî de kiriye roja îro jî dikare çanda wê jiyanê nû bike. Li gelek gund hîna mirov rastî şopên civaka xwezayî û aboriya cewherî ya civaka wekhev tê. Pêwîste ev bên parastin û bi hêzkirin."
'Bi xebatên xwe em jiyana aborî bi hêz bikin'
Seroka Meclîsa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê Welîde Botî di civînê de wiha got: "Ji bo pêşxistina aboriya xwe ya civakî hemû derfetên me amede ne. Tevahî Kurdistan û bi taybet Rojavayê Kurdistanê xwedî erdîngeriyek dewlemend û bi xêr û bêre. Ji ber vê tu astengî li pêşiya me nîne. Bi xebatên xwe em jiyana aborî bi hêz bikin"
Di dawiya civînê de komîteyên aborî ya komînan wek meclîsê aboriya giştî hatin hilbijartin.
Komîteyên Meclîsa Aborî li ser bingehê bi hêzkirina xebatên aboriya civakê soz dan û bi durişmeya 'Jin jiyan azadî' dawî li civîna xwe anîn.
(rb/rc)