Jin bi hunera destên xwe bi Komîna Jinê aboriya xwe bidest bixin

09:09

Hulya Okalîn/JINHA

WAN - Di bingeha Meclîsa EKO-GENÇ 'a Wanê de ji bo aboriya jinê xebatên "Komîna Jinê" hat avakirin û jin aboriya xwe bi hunerên destan bi dest dixin. Endama EKO-GENÇ'ê û pêşenga Komîna Jinê Sîbel Onal qala Komîna Jinê kir û diyar kir ku dê êdî jin keda destê xwe aboriya xwe bikin.

Jinên ku tu derfetên wan ya xebatê tune ji bo aboriya xwe bi dest bixin serî li altarnatîfan dan, jinên ku li malên xwe ne û bi hûnerî bi destên xwe neqşan çêdikin niha ji bo aboriya bi kartinîn. Meclîsa EKO-GENÇ'a Wanê de ji bo aboriya jinê bi projeyên "Komîna Jinê" da avakirin. Jinên ku li malên xwe bi hûnerî xwarinên civakî û çandî, neqîş, dîrûtina kincan û hwd dê di pêşengiya Komîna Jinê kom bibin û bifîroşin. Endama EKO-GENÇ'ê û pêşenga Komîna Jinê Sîbel Onal qala Komîna Jinê kir û diyar kir ku dê êdî jin bi keda destê xwe aboriya xwe bi dest bixin û got ku hemû jin xwedî huner in lê divê vê bivegerin karên cuda.

'Bi hezaran jin pirgirêka aboriyê dijîn'

Sîbel anî ziman ku bi mîlyonan jin ji ber hişmendiya mêrêtiyê tirsa tacîza li ser kar nikarin li derve bixebitin. Sîbel her wîha da zanîn ku ji ber vê yekê we jî ji bo aboriya jinê altarnatîfek wiha da dest pê kirin û wiha pê de çû: "Ez bi salane ji bo aboriyê li derve xebitîm û rastî gelek zehmetiyan hatim. Dema ku min dev jî kar berda jî rastî gelek pirsgirêkên aborî hatim. Di rewşa min de bi hezaran jin hene û heman pirsgîrêkê dijîn. Lewra em wek Meclîsa EKO-GENÇ'ê ji bo pirsgirêka aboriya jinê altarnatîfek wiha fîkirî û xist faliyetê."

'Bi komînê re jin dê bibe xwedî kar'

Sîbel di berdewaniya axaftina xwe de qala xebata Komînê kir û ev tişt got: " Di heremê de bi hezaran jin di destê wan de hunereke mezin heye û dê vê hunerê vegerinîn aboriyê û aboriya xwe bi huner û keda destê xwe binîn cih. Dîsa jinên ku tu derfetên wan tune li derve bixebitin, karê ku her roj li mala xwe dikin û neqşan çêdikin bi alikariya Komîna Jinê dê vegerinîn aboriyê û bibin xwedî kar."

'Hemû jin xwedî ked û huner in'

Sîbel destnîşan kir ku niha gelek jin li malên xwe xwarinên civakî û çandî çêdikin û di pêşengiya Komîna Jinê de digihînin daxwazkaran. Sîbel anî ziman ku armanc avakirina Komîna Jinê ji ya herî rastî baweriya jinê ya li hemberî kesayeta jinê ye û wiha got: "Gelek jin hene ku xwedî ked û hunereke ne. Lê mixabin ku ji ber jin di nav civakê de bê vîn hatine hiştin, bi xwe ne bawer in û bi wêrekî nikan tevlî kar bibin. Em ê bivê xebatê jinan di qada kar û xebatê de wêrek bikin û tevlî xebata aborî bikin."

'Ji bo aboriya xwe bi kevîn nav liv û tevgerê'

Sîbel di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku bila tevlî xebatên wan bibin û ji bo aboriya xwe bikevin nav liv û tevgerê.

(rc)