Bi EKOJİN'ê aboriya jinê mezin dibe

10:01

Fîlîz Zeyrek /JINHA

MÊRSÎN - Li Mêrsînê bi rêxistin û hilberîna destê jinê qadên aboriyê li ser navê EKOJİN'ê tê avakirin. Nûnera EKOJİN'ê Çîgdem Goksoy qala proje û armanca EKOJİN'ê kir û diyar kir ku li hemû taxan jin bi rêxistin bin û aboriya xwe bidest bixin.

Bi dest pê kirina îlankirina rêveberiya xweser jina li Kurdistan û Tirkiyê ji bo jiyana komîn ketin hav liv û tevgeran. Jin li taxên xwe bi rêxistin bûn û bi komînê aboriyê dan avakirin. Li Mêrsînê li taxên wek Şevket, Sumer û Mufide Îlahanê meclîsên gelan dest bi avakirina komînê kirin. 21 jin di mahên borî de bi destên xwe xwarinên wek turşîn, rêçel, salça, şalgam, hûnera destan kirin û EKOJÎN'ê avakirin. Jinên ku di 18-24'ê mijdarê de xwarin û hûnerên destên xwe dê li Bahçeya Şaredariya Akdenîzê kermez vekin. Jinên ku ji aliyê gel ve rastî aleqeyek mezin tê jî gelek keyfxweş in.

Proje dê li hemû taxan bê belav kirin

Pêşenga EKOJİN'ê Çigdem Goksoy destnîşan kir ku rêveberiya xweser ne parastina rewa yê bi her awayî xwe ji pergala dewletê dur bixin û biparêzin . Çigdem da zanîn ku dê li hemû taxan koopertîfan bidin ava kirin û jinan bikişinin nav xwe û wiha got: "Me bi 21 kes re dest pê kir. Lê em baş zanin ku dê ve rêxistina komînê bibe lehî û li hemû cihanê belav bibe. Em ê di serî de li taxan dest pê bikin û li hemû navêndan bidin belav kirin. Niha me li pêş kesan de li Mêrsînê li 5 taxan komîna xwe da avakirin."

Di xebatên komînê de akademîsyen jî hene

Çigdem diyar kir ku di komînê de du jinên akademîsyên jî hene û wiha pê de çû: "Me xebatên xwe li hev belav kir. Bi gorî demsaliyê em xebatên xwe dikin û hemû hilberinên demsalî digirin dest. Hilberîna me ya ewil bi tirsînê çêbû. 100 kîlo tirşîn me firot û aleqeyek mezin tê ditin. Ji bo danasîna xebata komîna EKOJİN'ê em ê sermes vekin. Em li bendê ne ku her jin piştgiriyê bidin me dê ev jî me keyfxweş bike. Jinên ku li malên xwe bi destê xwe xwarinên wek salça, tirşîn, zeytunên şîn, nane û hwd li ser kermesê hat raxistin. Ev jî dide xwuyakirin ku dê komîna me bi qewet derbas bibe."

'Em ê Kooperatîfan bidin ava kirin'

Çîgdem li ser xabatên EKOJİN'ê jî ev tişt got:"Wateya EKOJİN'ê ji mîtelojiya Yeunanê hatiyê. Tê wateya bereketa çotkariyê. Her wiha tê wateya xwedawenda heskirin û dayikê jî. Ji ber xwebatên me ji bo hilberîna jinê ji me xwest navê wê xebatê EKOJİN be."

(ho/rc)