Jinên ku îstihdama xwe avakirine aboriya xwe înşa dikin

10:53

JINHA

WAN - Cemîle Erol a ku aboriya mala xwe înşa dike, berik nexş û nîgarê destan çêdike û wiha dibêje: "Her dem qadên ku ez xwe têde pêşbixim digerim. Divê jin ser lingê xwe bisekinin."

Jin ji bo di jiyanê de aboriya xwe pêşbixe di her qadê de derfetê xebatê avadike. Jinên ku di qadên îstihdamê de nikarin bixebitin, bi pêşxistina aboriya mal pirsgirêkên xwe çareser dikin. Yek ji cihên ku jin nikarin di qada îstihdamê de zêde cih bigrin Wane. Yek ji jinên Wanê Cemîle Erol bi keda xwe aboriya malê avadike û bi çêkirina berik nexş û nîgarên destan debara xwe pêk tîne.

'Min tu car navber neda karê xwe'

Cemîle anî ziman ku ew demek kurt di atolya berikan de xebitiye û piştre vê xebatê li mal domandiye. Cemîle diyar kir ku li hember zehmetiyên aborî ew bi xebatê serpiyan disekine û wiha got: "Tu car min dev ji karê xwe berneda. Min li mal çêkirina berikan berdewam kir. Ji tayê ku ber berikan diman berê min nexş û nîgarê destan çêdikir û bi riyê esnafan min li bazarê difrot. Bi pereyên ku min ji vî karî derdixist me debara mal pê dikir."

'Demsala havînê de di baxçeyan de dixebitim'

Cemîle da zanîn ku ew bi çêkirina berik nexş û nîgarê destan ve tenê sînordar namîne her wiha di demsala havînê de jî bi karê çandiniyê re mijûl dibe û ji bo zivistanê konservan amede dike. Cemîle bi lêvkir ku mirîşkan jî xwedî dike û dixwaze qadê xebatê berfireh bike.

'Divê jin ser lingê xwe bisekinin'

Cemîle wiha pêde çû: "Ez her dem qadên ku ez xwe têde pêşbixim digerim. Ji ber aboriya malbata min ne başbû, min dibistan nexwand. Lê niha diçim qursa ziman û hînê xwendin û nivîsê dibim." Cemîle anî ziman divê jin ji cihek ve dest bi xebatê bike û wiha berdewam kir: "Divê jin bêy ku xwe bispêre cihek bikaribe xwe bi rêve bibe. Xebat ne eybe. Tenê bila xwastek û heskirina xebatê hebe. Divê jin ser lingê xwe bisekine."

(rc)