Jin di qada aboriyê de xwe bi rêxistin dike

09:04

JINHA

WAN - Şaredariya naçeya Ebaxa Wanê ji bo îstîhdama jinê ket nav liv û tevgerê û ji bo jinê atolya kinç dirûnê vekir. Hevşaredara Ebaxê Suna Atabay diyar kir ku, ji îro û pêve divê jin bi rêxistin tevbigerin û komînên xwe bidin ava kirin û got, armanca ew e ku em civak bi jinê azad bikin.

Her ku diçe li navçe û navenda Wanê ji bo îstîhdama jinê qadên kar û xebatan zêde dibe. Bi salan e ku jinên heremê ji ber hişmendiya mêrsalariyê nikarin bi xebîtin û destûr nayê dayîn ku jin aboriya xwe bidin ava kirin. Jinên Wanê yên ku herî zêde pirgirêka aboriyê dikîşinin di pêşengiya şaredariyan de vê pirgirêkê çareser dikin. Şaredariya navçeya Ebaxê ya Wanê jî ji bo îstîhdama jinê atolya dirûnê vekir û nêzî 30 jin bi hunera destan aboriya xwe ava dikin. Atolya ku bi mahan e tê amade kirin dest bi xismetê kir û bi hilberîna jinê re rih dibîne. Her wiha li bendê ye ku di rojên pêş de ji bo jinan qadên cuda bê vekirin û hêviya jinê vê mijarê de zêde dibin.

'Êdî jin divê dibin dîliya mêr derkevin'

Koordinatora Atolyayê Serap Uygun derbarê xebatên atolyayê de agahî da û diyar kir ku armanca wan ew e ku jinan ji mal derxin bi hilberinê bidin nasîn. Serap anî ziman jin xwedî hêzeke divê ev hêz derkeve holê û jin hêza xwe bibîne. Lewra me ji bo jinê projeyek wiha fikirî û da dest pê kirin. Serap bilêv kir ku jin ji bo aboriya di astek herî bilind de ye û ev tişt got: "Di atolya ku me da ava kirin de tenê jin hene û em xebatekî xweser didin meşandin. Dîsa hemû kar û xebatên me xweser in û xwedî teybetiyek mezin in. Di destê jinan de hunerek taybet heye. Lê mixabin haya jinê jî vê hunerê tune. Em jî hêvî dikin ku vê derxin û taybetiya jinê bi wan bidin nîşandan."

Serap bal kişand li ser azadî û tundiya li ser jinê û got ku heya jin di qada aboriyê azad nebe dê êsîra mêr û civekê be lewra armanca me ew e ku jin dîlîtî hişmendiya mêr derxin. Serap desnîşan kir ku hilberînên ku jin çêdikin dê bifiroşin û dê debara xwe pêk bînin.

'Jin di her qadên jiyanê de ne'

Hevşaredara navçeya Ebaxê Suna Atabay jî derbarê xebata jinê de ev tişt got: "Jin di her qada jiyanê de ne. Ji ber vê yekê jin dixwazin ku di qada kar û xebatê de jî bi hilberînên di nav jiyan aboriyê di cihê xwe bigirin û bibin xwedî maf û axaftinê. Divê di serî de em rêveberên bajêr bi taybetî ji bo jinên ku li Kudistanê dijîn derfetên kar ji jinan re vekin û jina kurd bi qewet bikin. Heya ku jin dibin hişmendiya mêr de bê girtin em nikarin jiyana kolektîf bêxin meriyetê. Armanca me ew e ku em civak bi jinê azad bikin."

'Divê jin aboriyê ava bike'

Suna da xuyand ku atolya ku dan destpê kirin, ji bo hilberîna jinê gava yekemîn e û dê ji bo jinê qadên cuda bidin ava kirin. Suna got ku divê jin bi dest û hilberinên xwe aboriya xwe bidin ava kirin û di beşa aboriyê cihê xwe bigire û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji îro û pêve divê jin bi rêxistin tevbigerin û komînên xwe bidin ava kirin. Em ji wek şaredarî û rêveberiya navçeyê heya dawiyê ji bo jinê tev di gerin û xizmetê dikin."

Jina bi navê Ayşe Demîr a ku dest bi karê atolyayê kir jî keyfxweşiya xwe anî ziman û got ku jin êdî dikarin li ser piyên xwe bisekinin û çavê xwe bernedin destê mêr. Ayşe diyar kir ku xebat bi vê awayê ji bo jinan derfetek e û daxwaz kir ku ji bo jinan qadên wiha bên mezin kirin û ev xebat berdewam bikin.

(ho/rc)