Keda Destê Jinê bûye çavkaniya debariyê jinan

09:09

JINHA

WAN - Jinên ku bi salan e li sûka sergirti ya bi navê Keda Destê Jinê esnaftiyê dikin diyar kirin ku sûk ji bo jinan bûye çavkaniyê debariyê. Jinan daxwaz kirin ku ji bo aboriya jinê divê qadên kar bên vekirin û derfetên kar bidin jinê.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di sala 2010'an de ji bo debariya jinê sûka sergirtî ya bi navê Keda Destê Jinê vekir û 52 jin li wir ji bo debariya xwe pêk bînin esnaftiyê dikin. Jinên ku li wir bi keda desté xwe bi hunerî nexqîş, kincén gelerî, şalwar, kûntar, lîfîk û gelek tiştén cur bi cur çêdikin û difîroşin ji sûkê gelek şad û keyfxweş in. Berhemên ku jin bi destên xwe çêdikin ji aliyê welatiyan ve rastî aleqeyek mezin tê û bi sedan jin daxwazên xwe jê temîn dikin.

'Bila jin bixebitin'

Jina bi navê Asya Kaval (54) ku 6 sale li Sûka Sergirtî ya Keda Destê Jinê esnaftiyê dike diyar kir ku sûk ji bo wan çavkaniya debariyê ye. Asya anî ziman ku ji 13 saliya xwe ji dayika xwe fêrî kinç dirûniyê bûye û wiha got: "Ez bi salan e ku karê dûrîniyê dikim û di aliyê aboriyê ve ji malbata xwe re dibim alikar. Ez 13 saliya xwe de zewicîm, xwezûrê min ji min re makîneya kinç dirûnê stand û min di mala xwe de kinçên xizm û ciranên xwe dirût. Piştî ku di erdhejê de mala me xera bû şaredarî ji bo jinan vê sûkê ava kir û em tê de hatin bi cihkirin. Bi salane ku ez û gelek jin debara xwe bi dirûnê pêktînin."

'Gelek jin debara xwe ji sûka Jinan pêktînin'

Asya destnîşan kir ku sûka jinan ji bo gelek jinên bi xwedî zarok û jinên ciwan re bûye çavkaniya debariyê û jin xwe pê didin jiyandin. Asya di berdewamiya axaftina got ku ji karê dike gelek keyfxweş e û wiha axivî: "Bila ji bo jinan derfetên kar bên ava kirin. Eger jin bi xebitin dê çêtir bikaribin li ser piyên xwe bisekinin û bibin xwedî mafê axaftinê. Li Wanê cihê ku jin lê bixebitin kêm in. Eger şaredarî cihê veke û derfet bide jinê dê jin gelek xurt bibin û hewceyî mêr nabin."

'Ez gelek dilşad dibim'

Jina bi navê Helîme Ariç a 65 salî ku debara li Sûka Girtî ya Destê Jinê dike jî nêrîna xwe vegot û diyar kir ku karê bivê awayê ji bo jiyana civakî û derûniya jinê re ji dibe alikar lewra divê ji bo jinan derfetên ve awayî bên kirin û qadên xebatê ji bo jinê zêde bikin. Dayîka Helîme ku 22 sal e hevjinê wê jiyana xwe ji dest dayê û bi serê xwe dijî got ku divê êdî jin ji mêr alikarî nexwaze û bi destê xwe debariya xwe bike û wiha pê de çû: " Ez li TOKİ'yên navçeya Erdemetê dijîm. 6 zarokén min hene hemû jî zewicîne û xwedî zar in. Ez her sibe radibim û têm navendê û kargeha xwe vedikim. Gelek jin ên ku li malên xwe bi destê xwe neqşan çêdikin tînin cem min û hem ji bo wan hem ji bo xwe difîroşim. Ji karê min pereyek zêde nayê, lê ez li vir keyfxweş im. Ji bo esnafên vir tev jin in û alikariyê didin hev. Kiryarên me jî ji me hes dikin û xwe digihinin me. Ev jî keyfxweşiyê dide me û ez gelek dilşad dibim."

Helîme di dawiya axaftina xwe de got ku dema jin dest bi xebatê dike ji nav zehmetî û zordariya mêrê jî rizgar dibe û got, divê ji bo jinan qadên kar bên ava kirin.

(hk-ho/rc)