Li Şaxê jin birêxistinkirî beşdarî xebatên ekonomiyê dibin

09:16

Nişmiye Guler/JINHA

WAN - Komisyona Ekonomiyê ya KCD'ê li Şaxê dixwazin jinan hîn zêdetir beşdarî nava xebatên aboriyê bikin. Di derbarê projeyê de Şengul Polan a ku di Komisyona Ekonomiyê ya KCD'ê de cîh digire diyar kir ku ew ji bo hîn zêdetir karê aboriyê birêve bibin dê perwerdeyan bidin despêkirin.

Komisyona Ekonomiyê ya KCD'ê li gelek navend û navçeyên Kurdistanê rêxistina xwe mezin dike. Li navçeya Şaxa Wanê jî bi pêşengiya Komisyona Ekonomiyê ya KCD'ê gel ekonomiya xwe avadikin û deverên çandiniyê zêde dikin. Şengul Polan a ku di Komisyona Ekonomiyê ya KCD'ê de cîh digire da zanîn ku ji bo gel bi xwe aboriya xwe bi dest bixin wan 40 donim erd sîr çandine. Şengul destnîşan kir ku wan di 60 donim erd de jî darên fêkiyan çandine û got: "Di derbarê emê bi gel re çawan aboriyê pêşbixin û çawan hîn baştir jiyanê rêve bibin de me civîn çêkirin. Niha em di derbarê jiyana komûnê de welatiyan agahdar dikin."

'Armanca despêkê carekdin girêdana jinan bi axê ve ne'

Şengul anî ziman ku yek ji armancên wan ên sereke carekdin jinên ku ji axê hatine durxistin bi axê ve dana girêdane û wiha domand: "Li ser 2 donuman me serayek a çîlekan çêkir. Li Qelqeliyê jî jin karê çandiniyê yên cuda cuda dikin. Em dixwazin bi van xebatan keda jinan bidin dîtin. Niha xebatek atoliyayê me daye pêşiya xwe. Di atoliyayê de dê tiştên jin bi dest çêdikin bên pêşandan."

'Dê keda jinan li bazarê bê dîtin'

Şengul bilêv kir ku ji bo zêdetir keda jinan bê dîtin di wî warî de dê bernameyên perwerdeyan derbixin û wiha dom kir: "Dê qirsên me despêbikin. Dê jin zêdetir bi hişmendî tevlî karê aboriyê bibin. Ji xwe kreş û atolye hene. Dê xebatên me yên zêdetir çawan keda jinê bê dîtin berdewam bikin û di vî warî de projeyên me hene."

(zt)

.