'Aboriya komînal wê bi hêza jin were rêxistin kirin'
09:55
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Aktîvîsta KJA Çîgdem Goksoy diyar kir ku kapîtalizm aboriya xwe xudî dike û wiha got, "Aboriya komînal tenê bi reng, hizir û kêfxweşiya jin wê bi rêxistin bibe. Di nava aboriyê de jin dikarin xwerêveberin înşa bikin û tevahî civak azad bikin."
Aborî yek ji 9 xalên girîng yên xweseriyê ye û jin derbarê mijarê de lêgerîn û gotûbêjên bi hêz pêk tînin. Jinên ku li hember aboriya kapîtalîs aboriya komînal avadikin, lez dan xebatê xwe. Aktîvîsta KJA Çîgdem Goksoy derbarê kooperatîfan û aboriya ku bi pêşengiya jin tê birêxistin kirin nirxand û diyar kir ku pergala kapîtalist pêdiviyên herî xwezayî yên mirov jî xistiye xizmeta xwe û ezezî daye pêş. Çîgdem got, "Xwerêveberin tê wateya 'mafê xwe rêveberinê'. Civakek xwedî mafê xwerêveberinê be, dê çawan bijî û civaka xwe înşa bike ew bi xwe biryar dide. Gelek mînakên xwe hatine jiyan kirin. Lê tev ji hev cûda ne û bi mekanizmayên cuda dixebite. Di bingeha vê cudahiyê de bîrdozî û paradîgma veşartiye."
'Armanca me komînan veguherandina kooperatîfa ye'
Çîgdem destnîşan kir ku aboriya komînal diyarokek yê civakî û anî ziman ku jiyana komîn hemû pêdiviyên jiyanê bi aweyek hevpar bi rêxsitin dike. Çîgdem da zanîn ku aboriya komîn jiyana civakê bi hev girêdide û bingeha vê bi jin avadike. Çîgdem got, "Ji ber jin xwedî hêza avakirina civakê ye û di dîrokê de jin li dora xwe bi komînalbûnê jiyan bi rêxistin kiriye. Armanca me yê herî mezin komînan veguherandina kooperatîfa ye."
'Aboriya ku kurd derbasî jiyanê bikin aboriya azade'
Çîgdem da zanîn ku ew armanc dikin ku li hember pergala kapîtalizmê civaka polîtîk-ehlaqî hember civaka endustriyalizmê endurstiya-ekolojîk û li hember netew-dewlet jî civaka konfederal yê demokratîk avakirine. Çigdem got, "Aboriya ku kurd derbasî jiyanê bikin aboriya azade. Modela aboriyê meclîsên ku xwerêveberin îlan kirine wê biryar rêxistin kirinê pêk bînin. Meclîs wê li gorî pêdiviyê gel biryar bistîne. Pergala kapîtîzmê bi meta kirinê civak kole dike. Di aboriya komînal de kolekirin nîne, bi dildarî û xebatek kolektîf tê meşandin."
'Em hilberînê di bin navê Eko-jin de dixwazin bi rêxistin bikin'
Çîgdem diyar kir ku pêşenga aboriya komînal jine û got jin di xwezayê xwede aboriya komînal xudî dike û wiha pêde çû, "Berî ku pergala kapîtalizmê derkeve pêş pêdivîyên civakê ên aborî jin bi salaye bi rêxistin kir. Aboriya ku jin bi rêxistin kiriye, bê sînor hilberîn kiriye. Aboriya komînal tenê bi reng, hizir û kêfxweşiya jin wê bi rêxistin bibe. Di nava aboriyê de jin dikarin xwerêveberin înşa bikin û tevahî civak azad bikin." Çîgdem bilêvkir ku li Wan, Amed, Bedlîs, Mêrdîn, Êlih û Rihayê kooperatîfa jinan hatine avakirin û wiha pêde çû, "Li herêma Serhetê jin bi çêkirina hingivê re mijûl dibin. Em hilberînê di bin navê Eko-jin de dixwazin bi rêxistin bikin. Ji bo jinên ku hilberînê pêk tînin em dixwazin bazaran jî vekin. Li Amedê kooperatîfa tekstîlê yê bi navê eko-jin û li Wanê jî kooperatîfa medya yê market hatî vekirin."
(rc)