Jinên Rojava bingehê aboriya komînal avadikin

10:42

Şevîn Şervan-Delila Dêrik/ JINHA

REMELAN - Ji bo ku bingeha aboriya komînal li Kantonên Rojava rûne jin xebatê înşayê didomînin. Delal Efrîn a ku cihê xwe di nava Saziya Aboriya Jin de digre da zanîn ku ew dixwazin li qadê înşaat, senayî, ajaldarî û çandiniyê jin bi rêxistin bikin û ji bo vê xebat pêk tînin.

Li Rojavayê Kurdistanê di çerçoveyê pêşxistina xebatê aboriyê de jin xwe bi rêxistin dikin û bi avakirina kooperatîfan bingeha aboriyê pêk tînin. Jin xwe li qada çandinî, ajaldarî, senayî, tekîstîl û înşaatê de bi rêxistin dikin û di qada aboriyê de aktîf dibin. Endama Saziya Aboriya Jin Delal Efrîn derbarê xebatên xwede ji JINHA'yê re nirxandin kir. Delal got, "Aborî yek ji bingehên xwerêveberina civakê ye. Ji ber vê pêşengiya guhertin û veguhertinê di qadê aborî de ji bo civakê xalek girînge.

'Divê li hember modernîteyê aboriya alternatîf bên pêşxistin'

Delal destnîşan kir ku ji bo pêşxistina aboriya komînal pêdivî bi guhertina zîhniyetê heye û wiha got, "Li hember modernîteyê em aboriyek çawan dixwazin avabikin, divê di serî de em hişmendiya aborî biguherin. Ji bo pêşxistina aboriya demokratîk û komînal pêdivî bi guherîna zîhniyeta desthilatiyê heye. Ji ber ku aborî heya niha li ser zîhniyeta kaptalîzmê hatiye pêşxistin. Ev yek jî berjiwandiya civakê nagre berçavan û aboriya civakê pêşwazî nake."

'Divê jin ji bo aboriya komînal xwe li her qadê bi rêxistin bikin'

Delal da zanîn ku divê jin aboriya komînal li her qadê jiyanê pêşbixe û got ew wek jinên xweser di çerçoveyê xebatên aboriyê ên cûr be cûr de xwe bi rêxistin dikin. Delal diyar kir ku jin ji aboriyê ne biyaniye, dijberî wê di xwezayê jin de heye û wiha domand, "Aborî şeklê rêveberina malekê ye. Ji aborî heya bi rêxistinkirina jiyanê malê tevahî jin dike. Jin jiyanê tev bi rêxistin dike." Delal bilêvikir ku jin hêzê xwe di hilberînê de dernaxin pêş û got ew herî zêde li ser rêxistinbûnê disekinin û wiha pêde çû, "Sala 2015'an de me xebatê avakirina meclîs, komîteyên aborî, qadên perwerdê ên akademî avakir. Em armanc dikin di akademiyan de kadroyên ku xebatên aboriyê bi rêxistin bikin avabikin."

'Li gelek qadan me meclîs û komîte avakirin'

Delal anî ziman ku ew di binesaziya komîteyê de şaxên rêxistinkirina aboriyê pêşdixin û wiha got, "Niha li gelek qadan meclîsê me hene. Me hîna meclîsên kantonê a giştî avanekir. Li Kobanê ev xebat nû despêkir. Di asta ku em dixwazin me aborî bi rêxistin nekiriye. Li gelek qadan me meclîs û komîte avakirin." Delal da zanîn ku ew li gelek cih navendên aboriya komînal avakirine û got îlanê navendan ne hatî kirin. Delal wiha navê navendên aboriya komînal rêzkir, "Navenda çandiniya aborî a Yekîtiya Star, navenda aborî Yekîtiya Starên Rojava û navenda lêkolînê hatine avakirin. Me bi çapemeniyan re bi aweyek fermî raneghand, lê em bi were parvedikin. Di demek nêzde em ê vekirina navendan pêk bînin."

'Projeyên ku me di sala 2016'an de danîn pêşiya xwe'

Delal diyar kir ku bêy ku gel pêdivî ji derve bibîne ew ê derfetê pêşxistina kooperatîf, bazar û aboriyê pêk bînin. Delal got ji bo ked û hilberîna destê jinan ew ê bazarek vekin û wiha dawî li gotina xwe anî, "Atolya me a dirûna cilên leşkerî heye. Em armanc dikin vê atolyê berfireh bikin. Her wiha em ê sera ji bo çandiniyê pêşbixin û qadên bazarê avabikin."

(rc)