Tevlîbûna jinan a ekonomiya komunal

09:10

Duygu Erol/JINHA

AMED - Endama Komisyona Ekonomiyê ya KCD'ê Guldane Kiliç diyar kir ku li hember ekonomî û avakirina jiyana azad a jinê astengiyên mezin hene û got: "Modela me ya ekonomiyê jin di nava rêxistinbûna komunal de pêşxistine."

Li Kurdistanê bi îlana rêveberiyên cewherî re xebatên avakirinê bi 9 beşan despêkiriye. Ji 9 beşên rêveberiya cewherî yek jê jî ekonomiye. Endama Komisyona Ekonomiyê ya KCD'ê Guldane Kiliç da zanîn ku ekonomiya ew pêşdixin di navê de ekolojiya di bingehê wê de jin heyî jî digirin dest û wiha domand: "Ekonomiya em digirin dest talana xwezayê, tekelbûn, zêde hêrsa kar nîne. Em ekonomiya debarê pêşdixin."

'Hişmendiya deshilatiya mêran jin jinava ekonomiyê derxistine'

Guldane destnîşan kir ku deshilatiya mêran xwezayê talan dikin û jinan ji karê ekonomiyê dur digirin û wiha dom kir: "Bi tayîbetî jî bi polîtîkaya AKP'ê ya 13 salan re jin bi tevahî ji karên ekonomiyê û hemû navendên jiyanê hatine durxistin û xistine hindirê malan de. Emê jin weke hemû qadên sosyo-ekonomik, siyasî, civakî, çandî û xwezayî xwe tevlî karên ekonomiyê jî bikin û hilberînkariya xwe bidin nîşandan."

Guldane wiha berdewam kir: "Di serî de divê jin hişmendiya zayendî û di ferqêdebûna hêza hilberînê bênîşandan. Ji ber ekonomiya me ne li ser bingeha tekelbûn û hirsa kare, berevajî ji bo avakirina debarê ye. Em ehlaqê ekonomiyê û civakîbûna wê bingeh digirin û li ser wê pêşdixin. Emê ji bo avakirina ekonomiya xwezayiya ehlaqî despêkê di nava meclisên taxan de hişmendiya wê bidin avakirin û bi wî awayî pêşbixin."

(zt)