Ji KJA yê banga ji bo tevlîbûna 'Konferansa Aboriyê ya Jinan'
14:17
JINHA
AMED - KJA yê ji bo beşdarbûna Konferansa Aboriyê ya Jinan banga tevlîbûnê kir.
Kongreya Jinên Azad (KJA), têkîldarî Konferansa Aboriyê ya Jinê li avahiya komelê civîna çapemeniyê lidarxist û banga tevlîbûna konferansê kir. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban û nûnerên DÎSK, TMMOB û KESK'ê jî tevlî civînê bûn.
Koordînatora Bajêr a Aboriyê ya Amedê ya KJA'yê Dîlek Acer daxuyaniya çapemeniyê xwend. Dîlek balê kişand ser rola jinê ya di pêşxistina aboriyê de û diyar kir ku di dîroka şaristaniyê de ev rastî nehatiye dîtin û keda jinê hatiye bênirxkirin. Dîlek destnîşan kir ku ew ji bo ji nû ve binavkirina aboriyê û nîqaşkirina rola jinê ya di aboriyê de dixwazin bicivin.
Dîlek da zanîn ku di vê çarçoveyê de dê di 27-28'ê Sibatê de li Amedê Konferansa Aboriyê ya Jinê were lidarxistin û beriya konferansê jî xebatên atolyeyê werin lidarxistin.
Dîroka atolyeyên ku dê were lidarxistin bi vî rengî ye: Atolyeya Aboriya Komunal a Demokratîk - 13 Sibat 2016 Wan Atolyeya Çandiniyê - 17 Sibat 2016 Amed Atolyeya Bazar Eko-Endustrî û Hebûnên Xwezayî - 20 Sibat 2016 Êlih Atolyeya Keda Jinê - 21 Sibat 2016 Mêrdîn dêbên lidarxistin.
(zt)