Ji duh heya îro hemû dahat tenê 'dahata şere'

09:12

Duygu Erol/ JINHA

AMED - Endama Komisyona Aboriyê ya KCD'ê Meryem Ozdemir, diyar kir ku li herêmên dinê yên Tirkiyê di aliyê aboriyê de polîtîkayên giring tên meşandin, lê li Kurdistanê tenê polîtîka ser şer tê meşandin.

Ji salên 90'an heya niha Turgut Ozal, Suleyman Demirel, Tansu Çiller û Mesut Yılmaz li Kurdistanê her dem gotine; 'Em bi terorê re tekoşînê dikin' dahatek mezin ji bo şer veqetandine. Îro jî Serokwezîr Ahmet Davutoglu "Master Planı" amadekiriye, îmha kirina kurdan hedef digire bi gotinên; 'Emê birînên we bipêçin.' Endama Komisyona Aboriyê ya KCD'ê Meryem Ozdemir, da zanîn ku ji salên 90'an heya niha polîtîkaya aboriyê ser şer şêwegirtiye û wiha got: "Hema piştî şer bi navgînên aboriyê çareseriyên pirsgirêkên heyî danîna holê pir ne raste."

'Li Kurdistanê polîtîka ser şer diçe'

Meryem bilêv kir ku li Kurdistanê polîtîkaya aboriyê weke herêmên dinê pêşneketiye û wiha domand: "Bi salane li Kurdistanê mêtîngeriya aboriyê heye. Li gel şerê tê meşandin pirsgirêkên mezin ên aboriyê jî tên jiyankirin."

'Ji bo şer dahatê cuda dikin'

Meryem destnîşan kir ku piştî 7'ê Hezîranê dahatek zêde ji bo şer veqetandine û wiha berdewam kir: "'Master Planı' diyar kirin. Di şerên wiha de guya ji bo pêçana birînên civakî navgînên aboriyê tên xebitandin. Ev di salên 90'an de jî kirin, di salên 2000'an de jî heman şêwe bikaranîn. Di van demên dawiyê de ser Surê, Silopî û Cizîrê jî dikin."

Di dawiyê de Meryem anî ziman ku navgînên ji bo çareseriya pirsgirêkan nêzîkatiyek neratin.

(zt)