Sema Koç: Jin bi awayê debarê aboriyê rêxistin dike

10:18

Bêrîtan Elyakut-Duygu Erol/JINHA

AMED - Ji Komisyona Aboriyê ya KJA yê Sema Koç rola jinê di aboriyê de nirxand. Sema diyar kir ku jin aboriyê bi ekolojiyê ve girêdayî digirin dest û weke debarê rêxistin dikin.

Erdnîgariya Kurdistanê ya yekem car civakbûnê ser pêşketiye, şoreşa neolotîk a çandinî û ajalvaniyê ser hatiye jiyankirin niha bûye cihê birçîbûn û hejariyê. Heya aboriyê jî bi destê jinan dihat rêvebirin lê kaputalîzmê aniye rewşek wiha jin di malê de hepis kiriye. Endama Komisyona Aboriyê ya KJA yê Sema Koç da zanîn ku tenê pêdiviyên aboriyê bi komunbûna demokratîk gengaze û wiha got; "Civaka temokratîk di heman demê de civaka komunêye. Mirov ji ekonomiyê qetandin bingehê hemû biyanîbûnê ye. Rêya pêşîlêgirtina vê di aborî kirina malê hemû civakê re derbas dibe."

'Divê em pergala îstihdama jinê pêşbixin'

Sema destnîşan kir ku divê civak di aliyê aborî û civakbûnê de bigihe cewherê xwe. Sema bilêv kir ku tenê rêya rizgariya ji hilweşîna aboriyê di Kurdistanê de ser bingeha rêveberiya cewherî avakirina jiyana azad re derbas dibe û wiha domand: "Dewlemendiyên Kurdistanê ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên herêmê dê têkeve meriyetê. Dê her kes di nava karê xwe de bixebitin. Di serî de dê îstihdama jinan bingeh bê girtin. Xebitandina çavkaniyên aboriyê mafê Kurdistana xweser û dermokratîke."

'Jinên pêşengiya hilberînê dikin keda wan nayê dîtin'

Sema diyar kir ku hemû hişmendiya kaputalîzmê ser armancên karkirinê hatiye avakirin. Sema da zanîn ku sanayî û hilberîn bi fiyetek gelek zêde digihe mirovan. Sema destnîşan kir ku mirovên di nava karê hilberînê de ti demê bi qasî keda dikin dahat nagirin. Sema anî ziman ku jin her demê pêşengiya karê hilberînê dike û keda wan nayê dîtin. Sema bilêv kir ku divê kooperatîf li herêmên bejayiyên çandinî û ajalvanî lêtên kirin jî bên çêkirin."

'Aborî qadek jiyanê ya bi qasî ji mêran re neyê hêlan giringe'

Sema da zanîn ku aboriyek bi ekolojîk bi destê jinê dikare bê pêşxistin û wiha dom kir: "Di aliyê felsefeya jinan de aborî weke pêdiviyên bingehîn dîtin giringe. Ji bo wê jî di vê em di rêveberiya cewherî de azadiya aborî, ekolojî û jinê bi hev re bigirin dest. Tevgera kurdan ser kooperatîfan aboriya komunal rêxistin dike, heya niha ev bi pêşengiya jinan tê meşandin. Jin di nava mekanîzmayên biriyardayînê de cîh digirin. Aborî bi qasî ku ji mêran re neyê hêlan qadek giringe."

(zt)