'Jinan çandinî derxist û aborî avakir'
11:50
JINHA
AMED - Bi pêşengiya Komisyona Aboriyê ya KJA yê li Salona Perwerdê ya Sumerparkê Atoliyeya Çandiniyê hat çêkirin. Di vekirina atoliyayê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak axivî. Gultan diyar kir ku çandinî bi pêşengiya jinê derketiye û şoreşa avakirina gundan şoreşa jinê ye.
Xebata Atolyeya Çandiniyê, di pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) de li Salona Perwerdê ya Sumerparkê destpêkir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Parlamentera Amedê ya HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, Wekîla Hevşaredara Farqînê Zuhal Tekîner, têkela KJA'yê, akademîsyen û gelek pisporên qadê tevlî atolyeyê bûn. Li salonê pankarta "Em dê axa xwe, ava xwe û enerjiya xwe bi komun bikin û jiyana azad ava bikin" hilawistine.
Gultan Kişanak axaftina vekirinê kir û bilêvkir ku dê bi encamên ji atolyeyê derxin hevdîtina jinê bi xwezayê re çêkin û wiha domand: "Em weke jinên ji îdeolojiya rizgariya jinê bawerdikin emê guherînan çêbikin. Şoreşa avakirina gundan di rastiya xwe de şoreşa jinê ye û serketina jinê ye. Ji bo wê jî ger qala aboriyekê bê kirin divê bingeha wê bi pêşengiya jinê be. Ji ber ku jin pêşengiya aboriyê li gorî pêdiviyên civakê dike."
Gultan anî ziman ku jinê çandiniyê pêş xistiyê û aboriya jinê ava kiriye û wiha pê de çû: "Wek jinan, me aqil kir û afirand lê hêzên desthilatdar ji destên me girt. Emê îro li vê derê li ser çandiniyê biaxivin, ev tiştek gelek girîng e. Ev, dikare dawî li têkiliyên desthilatdariyê bîne û heta dikare dawî li şer jî bîne. Emê mal, gund û atoleyeyên ku jin tê de hatine hepskirin, bikin qadên azadiyê."
Xebata atolyeyê piştî axaftinên vekirinê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Dê di atolyeyê de mijarên "Di civaka xwezayî de jin û şoreşa gund", "Polîtîkayên çandiniyê û jin" û "Polîtîkayên çandiniyê yên alternatîf" were nîqaş kirin.
(zt)