Li Hesekê jin projeyên xwe ava dikin

09:02

Ebîr Ehmed/JINHA

HESEKÊ - Jinên bajarê Hesekê li hember pergala desthilatdariyê projeyên xweser avadikin û bang li jinan dikin ku tevlî xebatê projeyê bibin û xwe ji nav çar dîwaran rizgar bikin.

Ji bo ku jin zincîra koletiyê biqetîne û careke din rastiya xwe derxe holê, projeyên taybet bi destê xwe ava dike. Pergal ji dîrokê heya roja êrîşê afrîneriya jinê dike û dixwaze hebûna jiyanê bide wenda kirin. Çiqas beşek ji rastiya wan hatibe windakirin jî, îro jin dîsa bi vîna xwe dest bi avakirina projeyên aboriyên civakî dikin.

Jinên Elezîziyê a bajarê Hesekê jî kargeha pakêtkirina dendik, fistiq û hwd avakirin û dixebitin. Derbarê armanca avakirinê kargehê de Rêvebera Kargehê Nermîn Abdullah agahî da û diyar kir ku, armanca wan jin ji nav çar dîwaran derxistin û tevlî kar kirine. Nermîn da zanîn ku 11'e jin di kargehê de dixebitin û rojê pênç saet û nîv li kargehê dixebitin.

Nermîn bilêvkir ku hêza jin heye ku li her qadê bixebite û wiha domkir, "Hêzeke mezin li cem jinê heye, bi wê hêzê dikare di hemû qadan de ciyê xwe bigre û xebatê bidomîne. Em îro li vir bi vîn û hêzek xurt kar dikin. Wekî em dizanin ku jin dikare di her warî de rola xwe bilîze û karekî serkeftî biafirîne."

Meryem Remedana Ereb jî rola jinê di qadê jiyana hevpar de anî ziman û got: "Vekirina projeyên jinan û rêvberbirina wan bi destê jinan wê encamên serkeftî derîne holê. Ji bo ku jin hêza xwe ya veşartî ku bi hezarê sala ye hatiye windakirin careke din zindî bike û derxe holê, divê tevlîbûna xwe ji projeyên bi vî rengî re jî çêbike."

Meryem axaftina xwe wiha dom kir: "Em bi ruhê jinê karê xwe dikin û li pêş dixin. Em ji pêkhateya Ereb û Kurd li vir dixebitin. Ti cudahî di nav pêkhateyan de tuneye, ji ber wê em hîn zêdetir kêfxweş dibim û karê xwe biser dixînin. Ji bo hemû jinan jî dibêjim; bila jin tevlî xebatên projeyê bibin."

(hs/rc)