Bi komunên jinan polîtîkaya çandiniyê tê guhertin
09:01
Duygu Erol- Şehriban Aslan/JINHA
AMED - Bi komunên çandiniyê yên ku li Amed, Wan û Êlihê hatîn avakirin re axa Kurdistanê ya hatî ziwakirin bi destê jinê cardin avî dibe û tê çandin. Endama Komuna Çandiniyê ya KJA yê Dilek Acer komunên çandiniyê vegot.
Jinên Kurdistanê hewildidin bi atoliyayên aboriyê aboriya xwe avabikin. Ji Komûna Çandiniyê ya Kongereya Jinên Azad (KJA) yê Dilek Acer diyar kir ku li Kurdistanê aborî ji nû ve tê avakirin, ew jî aboriya jinê di nava aboriya giştî de avadikin.
Dilek da zanîn ku ew çandiniya jinê pêşdixin û got: "Em di derbarê çandiniyê de alternatîfan pêşdixin. Em li ser nerêniyên mirov didin xwezayê nîqaş dikin, ji bo parastina xwezayê em di nava hewildanan denin. Ji bo wê jî li Karazê me xebat daye despêkirin. Em ser dixebitin me berê çawan aborî pêşxistiye, emê niha çawan hîn zêdetir bikarin pêşdebibin xebatên me hene. Em ji bo wê hişmendiyê didin welatiyan."
'Emê polîtîkayên av û avdaniyê biguherin'
Dilek bilêv kir ku polîtîkayên dewletê ser axa Kurdistanê heye û wiha domand: "Li Kurdistanê zadên weke genim, nîsk û wekedinê çêdibin. Lê ev çandinî bi hişmendî nayê kirin. Em dixwazin çandiniyê pêşbixin. Di despêkê de pisgirêkên me yên avê hene, em di derbarê emê çawan avê bixebitînin de nîqaşan dikin."
(zt)