'Jin xwedî hilberîn û aboriyê ye'

12:25

JINHA

WAN - Komîsyona Aborî a KJA'yê ji bo 'Pergala Aboriya Komînala Demokratîk' avabikin dê 'Konferansa Aborî a Jin' pêk bînin. Endama Koordînasyona Aborî a KJA'yê Sema Koç diyar kir ku armanca wan jin di nava qada aboriyê de derxistine pêşe û got, "Jin xwedî hilberîn û aboriyê ye."

Komîsyona Aborî a KJA'yê dê di 27-28'ê Sibatê de "Konferansa Aborî a Jin" pêk bîne. Berî konferansê wê li 4 bajaran jin ji bo amedekariyê civîn li dar bixin. Jin di serî de li Wanê bi dirûşmeya "Em ax, av û enerjiya xwe bikin komîn û jiyana demokratîka azad înşa bikin" li hev civîn. Endama Koordînasyona Aborî a KJA'yê Sema Koç derbarê xebatê de agahî da û destnîşan kir ku, Konferansa Aborî a Jin li Tirkiyê yekemîne û diyar kir ku ew ê pergala aboriya komînal û demokratîk bi pêk anîna konferansê re gavên avakirinê pêk bînin û got xebat coşek mezin dide wan. Sema anî ziman ku berî konferansê wek jin li ser hin mijaran dê gotûbêjan pêk bînin û civîna xwe li dar bixin.

'Pergala kapîtalîzmê hîna Wanê dagir nekiriye'

Sema da zanîn ku ew bi ser navê "Aboriya Komînala demokratîk" li Wanê civîna xwe yê amedekarî li darxistine û wiha qala encamê kir, "Ji bo gotûbêjkirina aboriya komînala demokratîk cihek mûnasib bû. Ji ber pergala kapîtalîzmê hîna Wanê dagir nekiriye. Li Wanê çanda dîrokî ya aboriya jinê hîna didome. Aboriya komînal hîna li Wanê hebûna xwe di nava jinan de diparêze. Mînakê kooperatîf û aboriyê li Wanê gelekin. Ev yek hêvî û coşek mezin dide me."

'Gavê yekê a jiyana demokratîk bi jiyana komînal ve pêk tê'

Sema diyar kir ku jin aborî dûrî xwe dibînin, "Em niha aborî di nava jiyanê de gotûbêj dikin. Dema ku jin qala tecrûbe û xebatê xwe dikin diyar dibe ka çiqas di nava aboriyê de cih digrin. Jin xwedî hilberîn û aboriyê ne." Sema bilêvkir ku ew xebatên aborî xweser didin meşandin û got bi pêk hatina konferansê re ew ê xebatê xwe berfireh bikin û wiha pêde çû, "Em ê di konferansê de bi moral û motîvasyonek mezin plansaziya xwe pêk bînin." Endama Koordînasyona Aborî a Giştî ya KJA'yê Wanê Necla Bakir anî ziman ku armanca wan yê herî sereke pergala aboriya jinê pêşxistine û got gavê yekê a jiyana demokratîk bi jiyana komînal ve pêk tê.

'Em hêza xwe bibînin û armancê xwe diyar bikin'

Necla bilêv kir ku parvekirinê komînal bi hevparî, armanc diyar kirin û plansazî pêk anîn dê pêk bê û wiha dirêjî da gotina xwe, "Em dixwazin dervî pergala heyî jiyanek komînal a demokratîk avabikin. Jin di nava aboriyê de ye. Ya girîng aboriya jin derxistine pêş û altarnatîf avakirine. Ji me jî pêşengiya vê tê xwastin. Wek jinên Kurd em ji aboriyê û hilberînê ne dûrin. Tenê em hêza xwe bibînin û armancê xwe diyar bikin."

(rc)