Atolyeya Cildirûnê li Efrînê rastî eleqeyek mezin tê

09:03

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN - Atolya jinan a ku di çerçoeyê plansaziya projeyê aborî de hatî avakirin, rastî eleqeyek mezin yê jinan tê. Jinên Efrînê ên ku di atolyeya cildirûnê de dixebitin kar û xebatên xwe nirxandin û banga tevlîbûnê kirin.

Yekîtiya Star di çarçoveya kar û xebatên aborî hin proje pêşxistibû. Di sala 2013'an de jî atolyeyek cildirûnê a jinan li Kantona Efrînê ji aliyê Yekîtiyê Star ve hatibû avakirin. Ev atolye her diçe xebatên xwe berfireh dike. Di derbarê kar û xebatên atolya cildirûnê de jinan nêrînên xwe bi mera parvekirin.

Rêveberiya atolyeya cildirûnê Xezal Hesen wiha qala avakirina atolyê kir, "Ji despêka vekirina atolyeyê de, Navenda Karê Jinê girîngî û piştgiriyek mezin da karê me. Tevî kêmbûna derfetan hemû pêdiviyên kargehê pêk anîn. 25 makîneyên cildirûnê dane me. Jinên Kantonê bi vekirina vê kargehê kêfxweş bûn û eleqeyek mezin nîşan dan. Gelek jin serî li xebatê da û berhemek mezin niha em ji atolyayê digrin."

Xezal derbarê armanca kargeha xweser de jî wiha got, "Armanca me ji vê projeyê ew e ku em bikaribin derfetên kar ji jinên kantonê re peyda bikin, da ku ew jî rola xwe di pêşxistina aboriya civakê de bilîzin û vîna xwe derxînin holê. Me di salekê de 50 jin fêrî karê cildirûnê kirin, hin ji wan li vê kargehê dixebitin, yên din jî ji aliyê Yekîtiya Star ve kar ji wan re li kargehên din hate peydakirin."

Xezal axaftina xwe wiha domand, "Rojane berhemên cilên pembo dighêjin 1000-1500. Jinên ku kar dikin gavên xwe yên despêkê davêjin û fêr dibin. Piştî ku cil tên dirûn li kantona Efrînê bi bihayekî mekul têne firotin. Her jinek jî bi bihayê 3000 heya 10 hezar lîreya Sûrî li vir kar dike, rojane deh demjimêran kar dikin."

Xezal destnîşan kir ku dorpêça li hember kantona Efrînê bandor li karê wan dike û wiha pêde çû, "Piştî dorpêçkirina Efrînê me hemahengiyek bi hin atoyeleyên din re ji bo peydakirina qumaş û ta çêkiriye. Serkeftina projeya cildirûnê rê li ber vekirina hin projeyên din jî vedike. Ji ber ku em dibînin hemû jin ji pêkhateya Kurd û Ereb bi ruhekî hevaltiyê vî karî pêş dixin. Banga min ji hemû jinan re ye ku tevlîbûna xwe ji projeyên bi vî rengî re bidin çêkirin da ku bikaribin pêdiviyên jiyana xwe jî bi xwe pêkbînin."

Xebatkara kargehê Gulîzer Omer jî kêfxweşiya xwe li hember xebatê atolya anî ziman û wiha got, "Ez kêfxweşim ku di atolyeya jinan de kar dikim û wiha ez dikarim berhemekê biafirînim, hem fêr dibim hem jî dikarim ji malbat û civakê re sûdeke zêdetir bidim." Yildiz Muhemed jî wiha got: "Dema ku Yekîtiya Star ev proje vekir, em pir kêfxweş bûn, em wekî jinên kantona Efrînê jî tevlî xebatê bûn da ku em bi xwe bikaribin aboriya civakî pêş bixin. Banga min ji her jinekê re heye ku tevlî karên civakî bibin û aboriya herêmê hîna zêdetir bilind bikin, wiha em dikarin bandora neyînî ya dorpêçê jî kêm bikin."

(hs/rc)