Jin li Bismilê aboriya komînal avadikin
09:42
Şehriban Aslan/JINHA
AMED - Jinên ku li Bîsmilê aboriya komînal pêşdixin, bi berhevkirina berhemên çandiniyê debara xwe pêk tînin. Fahîme Ete diyar kir ku divê piştgirî ji bo jinan bê kirin û got divê bi pêşengiya jin cotkarî pêşbikeve.
Jinên Kurdistanê bi atolyên ku vedibin dixwazin aboriya xwe pêşbixin. Fehîmê Ete a ku li navçeya Bismila Amedê dijî diyar kir ku ew bi salane bi çandiniyê re mijûl dibe û got dê hîna salên dirêj bi çandiniyê re mijûl bibe. Fahîme da zanîn ku gelek jin bi firotina tirî aboriya xwe pêk tînin û wiha domkir, " 16 donim axê me heye. Tevî jinan em xebitîn û me tiriyê rezan bi cih kir. Ji rezê tirî em basîk, dims, tirî û pelê mêwa amede dikin û difiroşin. Jin karên pir baş bi destxist."
'Em dixwazin bibin bersiv'
Fehîme bilêvkir ku ew eleqeyek mezin nîşanî civînên aborî û cotkariyê dide û wiha got, "Em wek jinên KJA'yê dixwazin civak û jin jî piştgirî birgrin. Em dixwazin bibin bersiv. Li Bismîlê 16 donim axê me a rezê tirî heye. Berpirsiyariyê xebatê tev me hilda ser milê xwe. Me 5 ton tirî, 300 kîlo pelê mewa û 700 kîlo dims ji ardê tirî firot. Jinan dabarek baş bi dest xist. Îsal jî armanca me ew e ku dîsa em dims û pelê mêwa bifiroşin."
'Divê piştgiriya jinên gund bê kirin'
Fehîme anî ziman ku armanca wan yê din li gund sîr, pîvaz û îsot çandine û wiha pêde çû, "Ne tenê firotin armanc avakirina aboriya komînale. Armanca xebatê me jin bi xwe bawerbin û xwe muhtacî tu kesî nebînê ye. Gava îro li jinan meyzê dikin aboriya mala xwe bi xwe dikin û ne muhtacî mêran in. Armanca me ya din jî vekirina atolyê ye. Niha li atolyê nêzî 50 makîne hene. Di demek nêz de emê bazarê jinan vekin. Du dikanê me hene. Berhemên ku bi kedê jinan hatî çêkirin dê li dikanê werin firotin."
'Em dikarin derfetê xebatê hîn zêdetir bikin'
Fehîme destnîşan kir ku jiyan bi jinan re heye û bê jin jiyan nabe û anî ziman ku xebatê çandiniyê a gund tev li ser milê jinan rêve diçe. Fehîme bang li tevahî jinan kir ku di bin projeya KJA'yê a cotkariyê de bên ba hev û wiha dawî li gotina xwe anî, "Cotkarî pêşeroja welatek diyar dike. Em dikarin bêjin ji bo cotkariyê em dereng mane. Lê belê ji îro pêve em ê ji aliyê cotkariyê ve bi hêz tev bigerin. Wê derfetê jinan a kar zêdetir bibe."
(dt/rc)