Yekem Konferansa Aboriyê ya KJA yê: Emê aboriya komûnal avabikin

13:55

JINHA

AMED - 1'emîn Konferansa Aboriyê ya KJA yê li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezinê Amedê hat lidarxistin. Di konferansa bi sedan jin têde amadebûyî de peyama ji Rojava hatî hat xwendin. Jinan gotin; "Emê aboriya komûnê avabikin. Emê di aboriyê de xwe bidin jiyandin."

Yekemîn Konferansa Aboriyê ya Kongreya Jinên Azad (KJA) li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê dest pê kir. Li salona konferansê posterên siyasetmedarên jin ên li Parîs û Sîlopiyê hatin qetilkirin ên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar û pankartên "Em dê axa xwe, ava xwe û enerjiya xwe komin bikin", "Bi xwerêveberiya demokratîk ve ber bi aboriya azad" hatin daliqandin. Gelek jinên ku ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatine beşdarî konferansê bûh. Konferansê bi stara "Nûda bûka Kurdistanê" ya bi erbaneyê ve bi hevre hate stran dest pê kir. Hevşaredara Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak axiftina vekirinê kir û got ku jin bi keda xwe ve di dîroka mirovahiyê de xwedî ciheke girîng in.

'Em dînamika herî bingehîn a jiyanê pêk tînin'

Gultan bilêv kir ku jin di qadeke girîng de xebatên xwe didomînin û wiha berdewam kir: "Em weki jin di esasê xwe de sîstema ku keda jinên bêqîmet dike û hunera me ya hilberînê ji dest me digire rexne dikin. Jinan bi keda xwe ve ji bo dîroka mirovahiyê hilberînetî pir girîng kirine û cihê xwe girtine. Em bi van xebatan ve dînamîka herî bingehîn a jiyanê pêk tînin. Divê hilberîn û aboriya ku pêdiviyên civakê bi cih tîne berdewam bike." Gultan destnîşan kir ku li ser keda jinê mijokdarî tê kirin û nirxandina "Em dibînin ku li ser keda ku jin diafirînin em dibînin desthilatdarî tê kirin û em ê vî pirsyar bikin. Jin afrînerên şoreşa çandiniyê ne. Mirovahiyê berê bi tiştên ku li xwezayê hebû ve jiyana xwe berdewam dikir. Bi tiştên ku li xwezayê hebû ve xebatên xwe dimeşandin. Ji ber ku yekem car jinan xebatê aboriyê meşandin em ê jî vî aboriyê bidomînin" kir.

'Em ê soza xwe bi cih bînin'

Endama Kordînasyona KJA'yê Sebahat Tuncelê jî ev tişt anî ziman: "Soza me heye. Em ê soza xwe bi cih bînin. Em ê bi saya jinên xwe di pêşerojê de bêhtir serê me bilind e û em ê bi rûmet bin. Li aliyekî dewlet qatlîamê pêk tîne li aliyê din jî jinên li ber xwe didin hene. Jinên ku serê natewînin hene. Li Sûrê li Cizîrê li ber xwe dan. Tişta ku tê xwestin morala kurdan xira bikin lê nikarin bi ser kevin. Ev 87 roj in dorpeçek heye û em dibînin kî têk çûye."

'Em ê li dijî kapîtalîzmê têbikoşin'

Sebahat bal kişand li ser komîsyona aboriyê ya hatiye avakirin jî û wiha got: "Ev destpêkek e û nîqaşek e. Aborî yek ji beşa herî mezin a neteweya demokratîk e. Aborî li dijî civakê wekî amûra pêkûtiyê tê bikaranîn. Bêhtir li ser çavkaniyên madî ve civak tê kontrolkirin îro em ê li vir vê nîqaş bikin. Tê xwestin jinan li derve bêhêmin. Sîstemekî aboriyê ya ku ji civakê dûr e li serê mirovahiyê dikin bela. Ji akademîsyenên ku ji bo aştiyê îmze avêtin û parlamenterên HDP'ê re dibêjin hûn ji dewletê pere digirin. Em dibînin dewlet pere çawa bi kar tîne. Hemû çavkaniyên binerdê û ser erdê tên tunekirin. Bi taybetî jî bi tunekirina cografyaya Kurdistanê ve ev der feqîr tê hiştin. Dewlet aboriya kurdan dixwe û hewl dide bi xwe ve girê bide. Li meclîsê hevdîtinên butçeyê hene lê nabêjin dê çawa bi awayekî hevpar li gel bê belavkirin. Dibêjin tê çawa bê navendîkirin. Em bi nîqaşên ku li vir vê derê dikin ve heke em vê yekê neşkênin jî em dikarin hin tiştan biguherînin."

Sebahat bilêv kir ku ew êli dijî kapîtalîzmê têkoşînekî mezin bidin û divê hemû kes tevli hilberîna herêmî bibin.

Peyama ji Rojava hatî hat xwendin

Peyam wihaye; "Hemû polîtîkayên qirkirinê nekarîn gelê me tine bikin. Di sedsala 21'an de gelê kurd Netewa Demokratîk avadikin. Gelê kurd ji bo demokratîkirina Rojhilata Navîn û bûyîna xwedî nasname rolek giring dilîze. Ji ber ku pirsgirêka gelê kurd di aliyê Rojhilata Navîn de giringe. Ger kurd nebin li herêmê ti pirsgirêk nikarin bên çareserkirin. Çawan jin di parastina cewherî de pêşengiyê dikin dê di herêmên aboriyê de jî bi heman awayî pêşengiyê bikin. Em dengê dilê xwe bi diruşma 'Jin Jiyane' ji bo we dişînin. Em bi kelecanek mezin konferansa we silavdikin. Em dizanin dê konferansa we bide wesyîleya komûnbûna jinanê li Bakurê Kurdistanê. Dê biriyarbûna konferansa we ji bo jinên Rojava jî bibe kelecana biriyardariyê."

Konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.

(zt)