Atolya jinan li Efrînê amedekariya 8'ê Adarê dikin

09:02

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN - Li Kantona Efrînê qadên xebatê jinan berfireh dibe. Bi pêşengiya Kongreya Star li Kantona Efrînê atolya cildirûnê hate vekirin. Jin ji bo berdewamkirina çanda civaka Kurd a resen dest bi dirûna cil û bergên gelerî ji bo 8'ê Adarê kirin.

Li Rojava li her qadê jiyanê û xebatê jin dibêjin em hene û bi rengê xwe pergala desthilatdariyê diguherin. Li Kantona Efrînê jin bi pêşengiya Kongreya Star atolya cil dirûnê vekirin. Jinan diyar kirin ku ew ji bo parastina çanda Kurdî ya resen û pêşwazîkirina aboriya xwe li her qadê jiyanê têdikoşin. Derbarê xebatê atolyê de Endama Kongreya Star a bajarê Efrînê û rêvebera atolyayê Wehîde Bîko nirxandin kir.

Wehîde da zanîn ku armanca wan jinan tevlî her qadê jiyanê kirine û wiha got, "Armanc ji vê projeyê ew e ku deriyên girtî li pêşiya hemû jinan werin vekirin, bikaribin xwe bi xwe di milê aborî de birêve bibin û vîna xwe ya veşartî derînin holê. Li aliyekî din jî armanca me ew e ku derfetên kar di milê cildirûna cilên Kurdî de werin vekirin û astengî li pêşiya vê yekê werin rakirin."

Wehîde diyar kir ku dorpêça li ser kantonê xebatê wan bandor dike û wiha pêde çû,"Ji ber dorpêçê peydakirina qumaş pir zehmet bû. Berî heyvek û nîv me karîbû em qumaş peyda bikin. Niha em ji bo dirûtina cilên filiklorî û bi taybet ên zarokan dixebitin, heya niha jî me 450 cil dirûtine, lê ji bo mezinan em tenê qumaş difroşin."

Wehîde bilêvkir ku ew amedekariya 8'ê Adarê jî dikin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Em dixwazin hemû jin di 8'ê Adarê de Roja Jinên Cîhanê ên Kedkar de bi cil û bergên gelerî xwe bixemlînin. Ji ber vê yekê em qumaş bi bihayekî erzan difroşin. Em dixwazin ku bi borîna demê re ev qumaş li bazaran jî peyda bibin da ku bighêjin hejmareke baş ji jinan re. Jinên ku di vî beşî de kar dikin 5 in. Bi hemû karê cildirûnê radibin, heya niha 150 cilên jinan û 300 cilên gelerî yên xortan hatine dirûtin. Ji bo zarokên Cemiya Nûpel jî 12 cilên gelerî wê werin dirûtin û wekî diyarî ji bo wan werin pêşkêşkirin."

Wehîde Bîko girîngî da rola jinê ji bo pêşxistina aboriya civakî û wiha dawî li gotina xwe anî, "Banga min ji bo hemû jinan ku tevlîbûna xwe ji kar û xebatên vê atolyeyê re bidin çêkirin. Ez dikarim bêjim ku îro tevî hemû êrîşan, dîsa jî em bi vîna xwe kar û xebata xwe berdewam dikin, em ê heya dawiyê jî vê xebatê qet ranewestînin. Jin ne tenê di milê cildirûna cilên kurdî de dikare aboriya xwe li pêş bixwe, lê belê di her milî de jin dikare cihê xwe bigire û aboriya civakî li pêş bixe."

(hs/rc)