Jinên Payîzava: Bi keda destê xwe aboriya xwe pêk tînin
09:07
JINHA
WAN- Şaredariya navçeya payîzava Wanê ji bo îstîhdama jinê kargeha aşxane ya xwarinê avakir. Jinên ku li kargehê dest xebatê kirin diyar kirin ku ew êdî aboriya xwe bi xwe pêşwazî dikin û wiha got, " Em xwarinê çêdikin hem aboriya xwe pêk tînin hem jî jin tevlî qadên xebatê dikin û ji civakê re em dibêjin jin livirin."
Her ku diçe li hemû navend û nevçeyên Wanê ji alîkariya Şaredariyan ji bo îstîhdama jinê her tim xebat dike. Bi salane jinên herema Serhedê bi hişmediya baviksalariyê nakiri bi xebitin û malbat destûr nade jinê û jin jî her tim xwe hewcekarê mêr dît. Pirsgirêka navçeya ya ku herî zêde di aliyê aboriyê de ye dertê holê. Şaredariya Payîzava ya Wanê ji bo îstîhdama jinê kargeha aşxaneya xwarin çêkirinê amadekir û 6 jin hûnera destê didin xwarînên çêdikin û aboriya xwe ava dikin. Nêzikê dû mahane ku kargeh hatî avakirin û jinên ku xebatên xwe pêk tînin anî ziman ewê demê pêş de cihên xwe yê xebatê mezin bikin.
'Em bi karê xwe gelek keyfxweşin'
Jina bi navê Hacer Çelîk dest diyar kir ku ji bo bi keda xwe aboriya xwe pêşwazî bike tevlî xebatê bûye û wiha got, "Ez hatim şaredarîyê û hevseroka DBP'ê Yıldız Çetîn jî got em ê dest bi avakirina kargehek xwarinê bikin û ji min re got 'eger bixwazî dikarî cih bigrî'. Min jî dest bi karê xwe kir. Em şeş jin li vir xebat dikin û aboriya xwe pêk tînin. Sê jin xwarin çêdikin, sê jin jî nanê fetîr çêdikin û difiroşin xwediyê kargehan. Dema kargeh nû hat avakirin mêr li vir gotin ku 'jin nikarin vê xebatê rêvebibin, di demek nêzde dê bê girtin', lê piştra hînbûn ku hêza jin heye ku vir rêve bibe, aşxane rastî eleqeyek mezin tê."
'Em ê kargeha xwe mezin bikin'
Hacer berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew rojê çar cûreyên xwarinê amade dikin û welatî jî keyfxweşin bi xwarinên ku tên çêkirin. Hacer wiha domand "Şaredarî jî gelek alîkarîyê dide me û pêdiviyên me pêşwazî dike. Demên pêşiyê gelek welati di hatin û xwarîn dixwarin. Piştî ku êrîş û komkujî pêk hatin gelek karmendên dewletê rêya xwe dûr xist û nayên vir. Li gorî wan parê tê livir ji bo şaredariyê diçe, lê em vî tiştî didin zanîn ku raste şaredarî avakir lê em jin bi keda destê xwe aboriya xwe pêk tînin.
Hacer di dawiyê de destnîşan kir ew ê kargehê mezin bikin û wiha got, "Divê jin êdî xwe hewcadarê mêran nebîne û tevlî qadên xebatê û jiyana civakî bibin."
(hk-va/rc)