Li Kurdistanê jin li dora jiyana aboriya komunê digihîjin hev

10:58

Duygu Erol-Şehriban Aslan/JINHA

AMED - Kooperatîf bi armanca alîkariya aboriya jinan li Kurdistanê belavdibin. Berdevka Komîsyona Aboriyê ya Koordînasyona Bajêr a KJA yê Sevînç Guzelek di derbarê aboriya jinan de wiha axivî: "Armanca me bi rexistin û aboriya komunê jiyan avakirine. Em naxwazin wek sîstemê karê me yek bi yek bê û kar li ser mehane bibe."

Li Kurdistanê ked û hunera destê jinan dibin banê Kooperatîfan de komdibe, tê pêşkêşkirin û jin heqdesta xwe digirin. Li gelek bajarên Kurdistanê lijneyên Kooperatîfan ji bo aboriya jinan wê bê avakirin. Berdevka Komîsyona Aboriyê ya Koordînasyona Bajêr a KJA yê Sevînç Guzelek da zanîn ku ew atolye wê tenê ne li Amedê bi sînor bin û wiha domand: "Wê ev xebatê me li Karaz, Bismil û Farqînê destpêbikin."

'13 hevalen me yên jin dixabitin'

Sevinç bilêv kir ku heya niha kooperatîfek wan heye û wiha berdewam kir: "Me pêşî di karê koopratîfê de bi atolye ya tekstîlê destpekir. Di tekstîlê de 13 hevalên me yên jin di xabitin. 13 hevalên me hem cilên gelerî, hem jî cilên rojane didirun û bi hilberînê di xabitin. Êdî cihê kargeh û dikanên me yên piştgiriyê jî henin. Wê ev berhem li wan dikanan bên firotin. Dahata tê bidestxistin despêkê em daçonê jê radikin û yê dinê bi wekhevî li jinan belav dikin. Armanc ne ewe ne weke pergalê pir kar û pir qazance, berevajiyê wê ji bo bi rexistin û aboriya komunê kar bê kirine."

'Emê di navan 10 rojan de tiştên bi hevîr ten çekirin vekin'

Sevinç dazanîn ku wê li Êlih, Mêrdîn, Wan û gelek bajarên dinê cihên tiştên ji hevîr tên çêkriin vekin û wiha dom kir: "Wê ev atoliya li Amedê bi sînor ne mîne. Ev xebat wê li Bismil, Karaz û Farqînê bi rexistînî berdewam dike. Hevalên me li vir wek tirşî, avabacanan û rîçal bi keda destê xwe çêdikin û tên firotin. Wê di nava 10 rojan de tiştên bi hevîr bên çekirin. Piştî ku atolya vebe xabatkarên jin wê zêdetir bê. Bi vê xebatê wê keda destê jinan û daxwazê jinan bê dîtin."

'Em li bajarê Tirkiyê jî vekirina van xabatan dikin'

Sevinç destnîşan kir ku we van xabatan li bajarên Tirkiye yê jî hevî dikin, ji bo keda jinan bê peşxistin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Wê ev xabat li Kurdistanê bi sînor nemîne. Em dixwazin li hemî bajarê Tirkirye yê zêde bibin û keda destê jinê pêşbixin."

(dt/zt)