Li Kîlera Jinan hilberînên xwezayî

11:28

Şehriban Aslan/JINHA

RIHA - 4 jin hatin cem hev û Kîlera Jinan vekirin, niha jî bi giştî 50 jin têde dixwebitin. Ji bo pêşxistina aboriyê jin hilberînên wek tirşahiya hinaran, toza îsotan, sosa bacanan û avabacana bi giştî tiştên hişkirî ê ji bo xwarinê amade dikin.

Li navçeya Hewênga Rihayê 4 jin hatin cem hev, Kooperatîfa Kîlera Jinan vekirin. Di nava çar salan de kooperatîf gelek pêşketiye û gelek jin lê dixebitin. Îslim Bozkurt di derbarê xebatê kooperafî de agahî da. Îslim got ku ew bi pêşniyara hevalên xwe hatiye Kooperatîfê.

Îslim wiha qala xebatên xwe yên nava kooperatîfê kir: "Em gava ava hinar çêdikin yek bi yek dinaqînin û tavêjin mekîna ku hinara di helîne. Ava hinara 18 saet dikelînin. Em diçin nava zeviyên xwe îsotan kom dikin li vir li ber tavê hişkdikin. Ew îsotên hişkirî di kîsikan de tên reşkirin. Pişt re ev bîber tên hurkirin. Bi kinasî hilberînên me bivî rengî çêdibin. Em jin heya 18 saet li benda helandina ava hiharan a di beroşan de dê kelandin dimîn in. Xebata min bi jinan re dest perkir."

(dt/zt)