Aboriya xweser çareseriya qeyranê ye
13:39
Şengar Biradost/JINHA
SİLÊMANÎ - Jina kedkar Nazenîn Alî anî ziman ku li hember qeyîrana aboriyê ya li Başûrê Kurdistanê jin dema bibin xwediyê keda destê xwe ya xweser dê çareseriyê bînin.
Li gorî daneyên Hikumeta Başurê Kurdistanê ji sedî 50 jinên Başûrê bêkarin. Piştî qirîza aborî li Başûrê Kurdistanê rêjeya bê kariyê gihiştiye ast herî jor. Herî zêde jî qirîza aboriyê jin bandorkiriye û ji kar dande durxistin. Rêxstinên jinan di derbarê mijara bandora qirîza aboriyê ser jinan de lêkolîn kirin, di encama lêkolînê de ragihandin ku 2 sedemênn sereke yên zêde bûna bêkariya jinan hene li Başûrê Kûrdistanê. Yek ji wan çanda deshilata mêr û paşverutiyên civakine ya duyem jî qirîza aboriyê ya Başûrê Kurdistanê ye. Piştî qirîza aborî pir jin ji karê xwe hatine dûrxistin yan jî bi xwe jê derketine. Jinên kedkar diyar kirin ku pêwîste jin xwediyê abûriyek xweser be, çûkî eger jin xwediyê abûriyek xweser be dê ne muhtacê mêran be.
Jina Kedkar Nazenîn Alî destnîşan kir ku pêwîste hemû jin xwedî abûriya xweya xweser bin. Ji ber ku her jinek xwedî abûriya xwe ya taybet nebe, hertim çavê wê li destê zilam dibe û wiha domand: "Ev qirîz jin bi temamî xistin nav tengasiyê. Piraniya jinan di dema karde rastî tûndiyê tên, neheqî li wan têkirin, bêrêzî li hember wan tê kirin. Rojane jin tên qetil kirin, di piranî lêkolînan de jî derketiye ku sedema yekemîn ya qetilkirina jinan lawaziya abûriya male."
Nazenîn di derbarê karê xwe de jî ev agahî da: "Ez karê nexşê ser cilên jinan dikim. Jin bi keda xwe serbilinde. Ji Kerkuk, Silêmanîî heya ji Îraqê jî jin tên gel min û karê min di ecibînin. Karê ku ez dikim tev bi morîkan têkirin, karek hûre, lê bedewe. Ez hêvî dikim ku tev jin bibin xwedî keda destên xwe."
(şb/zt)