Komeleya Jin ya Hevkarî û Bikarbirinê aboriya komînal pêşdixe
09:11
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN - Komeleya Jinê ya Hevkarîkirin û Bikarbirinê bi dirûşmeya "Bi hevre ji bo pêşerojek baştir" sala borî li bajarê Efrînê hatibû vekirin. Rêvebera Komeleyê Suzan Mihemed agahiyên xebatê bi mera parvekir.
Bingehê xweseriya demokratîk gav bi gav bi pêşengiya jinan li Rojavayê Kurdistanê bi jiyanî dibe. Jinên ku pêşengiya avakirina jiyanê dikin di heman demê de bi aweyek aktîf xebatê bi rêve dibin. Komeleya Jinê ya Hevkarîkirin û Bikarbirinê ku bi dirûşmeya "Bi hevre ji bo pêşerojek baştir" sala borî bi pêşengiya Desteya Jin li Kantona Efrînê hatî vekirin rastî eleqeyek mezin tê. Komeleya Jin ya Hevkarîkirin û Bikarbirinê di 17'ê Hezîrana 2015'an de hat vekirin. Rêvebera Komeleya Jinê ya Hevkarîkirin û Bikarbirinê Suzan Mihemed qala xebatê komeleyê kir û got armanca wan avakirina aboriya komînale.
Suzan diyar kir ku ew bi pêşxistina projeyên aborî dixwazin jiyana hevpar avabikin û wiha got, "Bi projeyên wiha em dixwazin rûhê hevpariyê di nava jin û civakê de pêşbixin. Bi piştgiriya jinan ev komele hat avakirin. Jin bi qîmeteke pir kêm beşdarî komeleyê dibin, tev xebatkar ji qezenca komeleyê sûd digirin. Di esas de kareke hevbeş û komunal tê kirin. Heya niha gelek jinan tevlî vê komeleyê bûne. Jixwe piştî avakirina komînên jinan li Kantonê, lijneyên aborî yên jinan hatin çêkirin. Ji bo ku jin bikaribe aboriya xwe pêşbixîne. Desteya Jin alîkariyê bi van lijneyan re dike, ji hêla xwe Desteya Aborî jî piştgirî da vê gavê."
Sûzan derbarê jinên ku di Komeleyê de kar dikin wiha got: "Endamên ku di vê Komeleyê de kar dikin 8, 5 ji wan damezrînerên Komeleyê ne. 3 jin li ser firotina berhemên komeleyê disekinin, 2 hesabdar in û yek jî rêveberiya Komeleyê dike. Li aliyekî din jî jinên karker hene, reçel û tiştên xwarinê di bin banê komleyê de bi destê wan tê çêkirin. Karê jinan rojane 10 demjimêran didome, li gorî berhemên ku tên firotin fonê wan jî tê dayîn."
Sûzan da diyarkirin ku ev proje bi buhayê milyon û nîvekê hatiye çêkirin û wiha dom kir: "Di Komeleyê de sê beş hene, beşê pêdiviyên dibistanan, beşe reçel û turşîyan û beşê pêdiviyên paqijkirinê." Di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên Kantonê kir ku tevlî vê komeleyê bibin û keda veşartî derxînin holê.
(hs/rc)