Jin bi hilberîna kuvarikan re aboriya komînal avadike
10:07
Filîz Zeyrek/JINHA
EDENE - Jinên ku bi derfetên xwe di jêrzemîna malê de bi salane bi çandina kuvarikan debara xwe dikin, li hember pergala desthilatdariyê serî hildidin. Yek ji jinên ku hilberîna kuvarikan dike Hatîce Akpinare wiha dibêje, "Em jiyanek kolektîf û komînal esas digrin. Bêy ku em hev bixin nava zehmetiyê de bi piştevanî em xebatê xwe rêvedibin."
Jin di nava qada jiyanê de bi alternatîfên nû aboriya xwe pêşdixin. Hatîce Akpinar (33) ya ku li Taxa Meydan a girêdayî navçeya Seyhana Edenê dijî, saleke di jêrzemîna xaniyê ku kirê kiriye bi piştevaniya dayîk û jinan kuvarikan diçîne. Hatîce got, "Li cihên xebatê ên ku ji aliyê pergalê ve tê rêvebirin, mêr zêdetir tên muxatap girtin. Min jî li hember vê pergalê xebatê xwe ya xweser avakir. Ji karê xwe jî gelek kêfxweşim."
'Kuvarik di nava du heyvan de mezin dibe'
Hatîce diyar kir ku ji bo hilberîna kuvarikan ew despêkê tov diçînin û da zanîn ku kuvarik di nava du heyvan de mezin dibe û wiha domkir, "Em axê van kuvarikan ji Konyayê distînin û 15'e roj didin rewastandin. Li bin axê germahiya derece di 13 û jorê wê jî 30'î vekirî dihêlin. Piştî 15'e roj em axên cuda lê direşînin. Ji wir û pêde piştî heftiyek êdî kuvarik hildibire. Kuvarik gelek hesas û hijyenê dixwaze. Ji ber vê li hember germahiyê em bi baldar tevdigerin."Hatîce da zanîn ku piştî kuvarik mezin dibin ew berhevdikin û wiha pêde çû, "Despêkê em berhevdikin, paqijdikin û dûvre dixin nava qaseyan de. Dûvre em difroşin. Di navberê hin deman de kuvarik xwe nû dike. Çiqas baş bên xwedî kirin ewqas kuvarikên baş çêdibe."
'Kuvarik li cihên paqij divê bên xwedî kirin'
Hatîce anî ziman ku ew cara yekeme hilberîna kuvarikan dike û wiha got, "Kuvarik ne xwezayî pêşdikevin, ji ber zibil û dermanên cuda em dixin nava axê da ku mezin bibe. Lê ne dermanên ku ziyanê bide tenduristiya mirove. Lê heya ku ji dest me tê em hewildidin bi aweyek xwezayî xwedî bikin. Her kes dizane ku kuvarik li cihên bê hewa û qirêj çêdibe. Lê ne wiha ye, dijberî vê yekê kuvarik li cihê paqij tên xwedî kirin."
'Em xebata komînal û kolektîf esas digrin'
Hatîce bilêvkir ku li Edenê gelek kes debara xwe bi çandina kuvarikan dikin û wiha berdewam kir, "Tenê jin xebatek pergalî dide meşandin. Ji xwe jin dest bavêje kîjan karî baş rêvedibe. Em xebata komînal û kolektîf esas digrin. Bêy ku em hev biwestînin bi piştevanî em xebatê xwe rêve dibin." Hatîce da zanîn ku hilberîna kuvarikan du sedemê wê heye û wiha dirêjî da gotina xwe, "Sedema yekem pergala desthilatdariyê ye. Ez naxwazim di bin desthilatdariyê mêr de bixebitim. Ji ber vê min biryar da ku ez kuvarikan hilberînim. Tevî hevalên xwe ên jin em bi kedên kolektîf xebatê xwe dikin. Hilberîna baş, bi piştevaniya me jinan didim girêdan. Niha bi kedê xwe em hilberînê dikin." Hatîce di dawiyê axaftina xwe de diyar kir ku jin li tevahî qadê jiyanê xebatên serkeftî pêk bîne û wiha got, "Divê jin bi derfetên xwe aboriya xwe pêşwazî bike. Divê jin ne girêdayî tu malbat, kes an jî sazî be."
(rc)