Li Agiriyê jin bi berdilkên xemrî dezgehên xwe danîn
11:15
JINHA
AGIRÎ - Li taxa Batikentê ya Agiriyê ji bo keda jinan zêdetir xuya bibe û jin bikevin nav jiyana civakî "Bazara Bajêr a Jinan" hat vekirin. Bazara ku jin bi berdilkên xemrî li ber dezgehan cih girtin ji aliyê welatiyan ve jî rastî eleqeyek mezin hat.
Gerînendetiya Xizmetên Malbatî û Jinan ya Şaredariya Agiriyê li taxa Batikentê ya bajêr Bazara Bajêr a Jinan ava kir. Ligel gelek jinan, Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubilay beşdarî vekirina bazara ku dê jin hilberînên xwe bi awayek komunal bifiroşin bûn. Di bazarê de nêzîkê 15 dezgeh hatin vekirin û jin jî bi berdilkên xemrî dezgehên xwe danîn. Her wiha etîketên hilberînên li ser dezgehan hatin firotin jî bi zimanê kurdî û tirkî hat amadekirin. Bazara ku nanê tenûrê, şîr û sebze, fîkiyan ji aliyê jinan bi awayek xwezayî tên amadekirin hatin firotin jî ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mezin hat.
Di bazarê de jiyana komunal
Hevşaredara Şaredariya Agiriyê Mukaddes Kubilay li vir axivî û diyar kir ku wan li ser daxwaza jinan Bazara Bajêr ya Jinan vekirine û armanca vekirina bazarê jî ji kirîn û firotinê wêdetir xuyakirina kedê jinan a zêde xuya nabe ye. Mukaddes destnîşan kir ku ew ê roja şemiyê jî li taxa Fevzî Çakmak bazarê ava bikin û wiha axivî: "Divê di qada aborî û jiyana civakî de jin zêdetir cih bigirin. Me soz dabû jinan û ev jî destpêkek e. Di vê bazarê de mesrefa hilberînan ne tê de dê pere di komunê de were berhevkirin û bi awayek hevpar were parvekirin."
Mukaddes da zanîn ku dê Bazara Bajêr ya Jinan li taxan zêde bikin û di dawiya axaftina xwe de ev bang li hemû jinan kir: "Divê jin li van bazaran xwedî derkevin. Hemû jin dikarin hilberînên xwe li van bazaran bifiroşin. Em ê wek şaredarî her tim alîkariyê bidin jinan."
(rc)