Jin di nav hilberîn û jiyanê de ne
12:39
Gulan Botan /JINHA
QAMIŞLO - Jinên ku bi pêşengiya Komîteya Aborî a Jinan xwe bi rêxistin dikin, qadê kooperatîfên çandiniyê berfireh dikin. Jinan diyar kirin ku, kooperatîfan re ew ê bi rûhê têkoşînê aboriya komînal pêşbixin û gotin, ew ê wek jin di nava qadê hilberîn û jiyanê de bin.
Li gundên dora bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê zeviyên ku di meha Kanûn û Mijdarê de hatine çandin, bi kedê jinan xwedî dibe. Jinên ku di nava 730 donum zevî de, 73 çiwal tov çandine, bi hatina mihê Adar û Nîsanê re dest bi paqijkirina gîhayên aşêv kirin. 35 Jinên ku kooperatîfên çandiniyê bi rêxistin dikin, bi hestên piştevaniyê û kedên xwe qadên jiyanê mezin dikin. Jinên ku di kooperatîfa çandiniyê de dixebitin, tevahî pêdiviyên xebatê bi keda hevpar pêk tînin. Jinan qala guhertina xwe yê piştî aboriya komînal yên li herêma çandiniyê kirin.
'Em xwedî li kedê xwe dertên'
Şîrîn Yusiv diyar kir ku aboriya komînal bi piştgiriya jinan ji hevre pêk hatiye û wiha got, "Komîteyê aboriyê jinan ji bo karê me hêsantir bike, piştgirî da rêxistinkirina me yê di nava qadê çandiniyê de. Di heyva Kanûn û Mijdarê de wek jin em hatin nava zeviyan û me çandinî pêk anî, niha jî em paqijî dikin. Me nîsk çandiye, di nava zeviyê nîskê de gîhayên ku derketine em paqij dikin. 35 jin bi dildarî em vî karî dikin. Em xwedî li kedê xwe dertên."
'Rûhê piştevaniyê ji nûde nava jinan de bi hêz dibe'
Şîrîn da zanîn ku li Qamişlo ji nav her komînek yê xweser jin tevlî kooperatîfên çandiniyê bûne û wiha domkir, "Ev xebat di nava jiyanê de rûhê piştevaniyê bi hêz dike. Divê her jinek cihê xwe di hilberînê de bigre. Ji ber ku bawerî û heskirinê jî di nava jinan de pêş dixe. Em hem diçînin hem av didin hem jî paqij dikin. Em bi xwe ked didin û bi xwe encamê hilberîna kedê xwe dibînin. Rûhê piştevaniyê bi vê xebatê re ji nûve di nava jinan de pêş ketî."
'Yekbûna jinan kêfxweşî avadike'
Cîhan Bagîstanî jî anî ziman ku bi sayê tevlîbûna jinan qadên aborî de guhertinên mezin pêk hatî û got bi şoreşa Rojava re jin dikare êdî bi vîna xwe li her qadê tevlî bibe û xwe bîne ziman. Cîhan wiha dirêjî da gotina xwe, "Ev saleke em genim, nîsk û ceh diçînin. Wek jin em tên gel hev û pêdiviyên xwe em bi xwe pêşwazî dikin. Ev yekbûn kêfxweşiyek mezin dide avakirin."
'Em ê her çar aliyê Kurdistanê azad bikin'
Cîhan destnîşan kir ku divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê azad kirin û wiha pêde çû, "Em azadiyê rêberê xwe û her çar aliyê Kurdistanê dixwazin. Em wek jin tenê bimînin jî em ê rêberê xwe azad bikin. Wek jin ez ji dil û can şervanên YPG/YPJ'ê û YPS/YPS-JIN silav dikim. Dibe ku em li vî alî nava zeviyan de bin, lê dil û mejiyê me bi wan re ye. Divê ev rastî wiha bê zanîn, em wek gel yekin. Heya dawî em li pişt berxwedana bakûrin. Kurdên îro bi felsefeyê Rêber Apo dijîn. Bi vîn û hêza jinan em ê rêberê xwe û her çar aliyê Kurdistanê azad bikin."
(rc)