Jinan li hember ambargoyê zend û bendê xwe badan

12:48

JINHA

TIL TEMIR - Kongra star û Mala Jin bi armanca pêşxistina aboriya komunal giranî didin koperatîfên çandiniyê.

Li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê bi piştgiriya Kongreya Star û Mala Jin kooperatîfên çandinê berfireh dibin. Jinên ku bi çandiniyê re armanc dikin ambargoya li ser herêmê sivik bikin, zend û bendê xwe badan û dest bi çandina şitlên sebzeyan kirin. 20 jinên ku bi dildarî di bostanê de şitlên sebzeyan diçînin wê sûdê ji berhemên bostanê bigrin. Jinên ku di kooperatîfê de dest bi kar kirine diyar kirin ku ew ne tenê ji bo pêşxistina aboriyê, her wiha bi mebesta pêşketina çanda komunal a hevkariyê di kooperatîfê de cih digirin. Jinan kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin ku ew wiha dixwazin ambargoya li ser Rojava jî bê bandor bikin.

(rh/rc)