Esnafên jin ên Surê banga piştgiriyê kirin

09:53

JINHA

AMED - Li gel ku bi mehane esnafên jin ên Surê ji bo polîtîkayên şerê dewletê dikanên xwe ne vekirine banga piştevaniyê kirin.

Ji ber ku bi mehane dorpêç û êrîş li navçeya Sur a Amedê berdewam dike esnafan dikanên xwe venekirine. Esnafên jin ên ku ji bo polîtîqayên şerê dewletê bi heyvane dikanên xwe nevekirine û yên herî ji şer bandor bûne esnafên jinin. Du xwişkên ku ev bi mehane li Mala Dirutinê Nupelda ya bazara Aşefçi birêve dibin gotin ku ji bo êrîşên dewletê ev 4 heyvin wan dikana xwe nevekirine.

'Ji bo şert û mercên jiyanê hîn bêhtir baş bibe em têdikoşin'

Yildiz Aktaş (47) diyar kir ku ew 20 sale dirutina cilan dike û wiha anî ziman: "Em li vir cilên rojane yên wek şelwal û etekan di dirun. Ber me diruna cilan li malê dikir. Paşê jî min û xwişka xwe ji xwe re dikan vekir. Min navê keça xwe li dikana dirutinê kir. Me xwest em wek jin ji aliyê aborî de debara mala xwe bikin. Ji bo ku ez û xwişka xwe muhtacî mêran nebin em li berxwe didin. Ji bo ku şert û mercen jiyanê hîn bêhtir başbibe em têdikoşin."

'Berî qedexeyan karê me pir baş bû'

Yildiz da zanîn ku berî qedexeya derketina kolanan ev bi mehane wan dikana xwe ya dirunê nevekiriye û wiha dom kir: "Berî qedexeyê karê me pir baş bû, lê piştî qedexeyê tutişt nehat guhertin. Me niha dikana xwe vekir û em li benda piştigiriya gelin. Gava ez bihêzbim, ezê ji keça xwe re bibim mînak. Carnan ji min re dibêjin 'dayê em ê di pêşerojê de wek te bixwebitin û aboriya xwe ava bikin.' Divê em jin aboriya xwe bi xwe ava bikin û muhtacî mêra nebin. Ji bo ku em kar bikin em li benda piştgiriya gelin û em banga piştevaniyê dikin."

'Divê gel berê xwe bibe Surê'

Gurbet Erdin li ber peyîvandinê re karê xwe jî dike, ser mekînê kinc çêdike û dibêje: "Dema Tahir Elçi hat qatilkirin me dikana xwe girt. Ez li Taxa AliPaşa di runim. Ez bang li hemu gelê Kurd û Tirk dikim bila werin carek din Surê ava bikin. Piştî qedexeyan Walî hat li vir tespîta xaniyên xirakirî kirin lê ti encam nehat sitandin. Niha karê me nabe, ji bo ku em kar bikin bila piştgirî bidin me. Piştî dorpêçan karê me nema bû. Ji ber vê bila hemu gel berê xwe bidin Surê."

(dt/zt)