Jin li Kobanê pêşengiya aboriya komînal dikin

09:02

Zahîde Ehmed/JINHA

KOBANÊ- Jinên Kantona Kobanê bi hatina biharê re dest bi çandiniya baxçeyên sebzeyan kiri. Jinên ku li hember ambargoya li ser herêmê aboriya komînal pêşdixin xebatê xwe nirxandin.

Li Kantona Kobanê jin pêşengiyê jiyana xwezayî dikin û li hember ambargoya hikûmeta AKP’ê yê li ser herêmê bi çandiniyê re aboriya komînal avadikin. Jinên Kobanê diyar kirin ku ew ê pêdiviyên xwe ên jiyanî ji xwezayê xwe yê dewlemend pêşwazî bikin û gotin ew ne mûhtacê tu kesîne.

'Ax û avê me pire em ê bi xwe deriyên xwe vekin'

Jina bi navê Nûrê Mihêdîn (45) bi hatina biharê re ligel malbat û cîranên xwe dest bi çandina sebzeyan û gîhayan kiriye. Nurê got ku ew bi hev re kareke komînal dikin û wiha domkir: "Em niha miloxiyê diçînin. Li kêleka wê jî gelek sebzeyan diçînin. Ji bo xwedîkirina mala xwe û alîkariya cîranên xwe bikin bi hev re em kar dikin. Derî ji aliyê başûr û bakûr de jî hatiye girtin, ji bo em jî xwe muhtacî tu kesî nekin em bi xwe debara xwe dikin. Em ê bi xwe aboriya komînal avabikin û deriyên xwe bi xwe vekin.” Di dawî de Nûra got ku ax û avê wan pirin ew ê deriyê jiyanê bi xwe vekin.”

'Bingihê aboriyê li welatê me xurte tenê em bikarbînin'

Weca Ebdrehman ya ku ew jî karê çandiniyê dike wiha got, "Min maydanos, peqle, sîr û marol çand. Em mecbûrin ku sebze biçînin ji bo pêdiviyên xwe yê jiyanê pêkbînin. Îro em ne li hêviya ku derî bê vekirinin, îro em bi xwe deriyên xwe vedikin. Em bi hêvîne ku tevahî gel bi çandiniyê re mijûlbin û bingeha aboriyê xwe pêşwazî bikin.”

(zd/rc)