Jinên Qamişlo serkêşiya keda komînal dikin
09:08
Lîlav Çolî-Jînda Azad/JINHA
QAMIŞLO - Bi dirûşmeya "Ava xwe, Axa xwe û Enerjiya xwe bikin komînal" jinên bajarê Qamişlo dest bi çandinî û avakirina aboriya komînal kirin.
Komînên ekonomiyê yên xweser li ser bingeha perspektîfa 'Ava xwe, Axa xwe û Enerjiya xwe komînal bikin', bi demsala biharê re dest bi xebatê komîlan kir. Jinên ku cihê xwe di komînên aboriya xweser de digrin diyar kirin ku ew bi rûhek hevpar aboriya civakê sazdikin û wiha gotin, "Em dixwazin bi rûheke komînal aboriya Rojava pêşbixin û pêdiviyên heyî bixwe pêşwazî bikin. Jinan dan zanîn ku ew di axên ku berî vê hatî cotkirin de dest bi çandina şitlê sebzeyan kirine û gotin ew amedekariyên mezin dikin ji bo xebatê xwe.
'Jin aboriya xwe bi kedê xwe pêş dixe'
Ji Komîna Şehîd Hogir Qesîde Hacî diyar kir ku ew 5 komînên xweser hatine ba hev û xebata aboriya komînal pêk tînin û wiha domkir, "Jin bi coşek mezin xebatek çandiniyê pêk tînin. 500 şitlên îsot, 500 jî bacanê reş hatin çandin. Jinan li ber sitranên xwe xebatê xwe yê hevpar bi kêfxweşiyek mezin pêk tînin. Jin aboriya xwe bi kedê xwe pêş dixe." Qesîde got divê jin bawerî bidin hêzê xwe û wiha pêde çû, "Pêwîste em karê xwe bi xwe bikin, ev erd ya me ye û em ê ji xwe re biçînin, tucar em hewceyî tu kesî nebin. Pêwîste em ji xwe û civaka xwe re xizmet bikin."
'Em ê sûdê ji ax û avê xwe bigrin'
Endama Komîna Şehîd Hogir, Terfa Hac Xalid jî got, "Çiqas hawîrdora me dorpêç bikin jî, em bêçare namînin. Em ê sûd ji ax û avê xwe bigrin. Lê koçberiyê qebûl nakin. Heya ji me bê em ê bi awayeke komînal her tiştekê biçînin û pêdiviyên xwe pêşwazî bikin."Terfa ji gel û bi taybet jî ji ciwanan xwest ku welatê xwe bernedin û li ser axa xwe bijîn û wiha pê de çû "Deriyên sînor ji hêla PDK û AKP'ê ve hatibin girtin jî, em ê pêdiviyên xwe bixwe ava bikin. Niha em sebze ji hemû şêwayên wê diçînin û em ê bi hezkirin vî karî bi ser bixin. Em hewcîyê bi kesekî nabînin."
(rc)