Li Til Şiîr û Til Cihan cotkaran giranî da çandiniyê

09:12

Zîlan Serhan-Fîrdews Emê/JINHA

TIRBESPIYÊ - Li zeviyan çandinî û bostanên li derdora gundê Til Şiîr û Til Cihan ku sebze têne çandin, ger karesateke rû nede, dê nîvê pêdiviyên xwarinê li bazara heremî pêk bê.

Herêma Til Şirîr û Til Cihan ku dikeve bakûrê rojavayê Tirbesipiyê, li gorî rêza çandinyê ya saziya çandiniyê, di pileya dehan de cih digire. Ev herêm bi axa xwe ya dewlemend ku ji bo hemû cureyên çandiniyê tê bikaranîn bi nav û deng e. Bîrên avê yên ku hatine kolan jî li wir peyda dibin. Ji ber wê cotkar pir sûdê jê digirin û ji bo çandina sebzeyên zivistan û havînan jinan zend û bendê xwe hildan.

Mezinahiya erdên çandiniyê ku piranî sebze lê têne çandin, bi qasî 7 hezar dûnim e, sebzeyên ku tên çandin jî ev in; bacanên sor, xiyar, bacanên reş, fasolî, nîsk û noke. Ji niha ve bostan û bexçe berhem didin û ger karesatek rû nede, dê ji %50'î zêdetir pêdiviyên bazara herêmî ku niha bi bilindibûna bihayê sebzeyan re rûbirû maye, pêk bîne.

Cotkarên gundê Til Şiîr jî gilî ji zêdebûna buhayê pêdiviyên ji bo çandiniyê kirin û gotin ji ber ew mazot, derman û gûbreya ji bo çandiniyê bi kartînin, bi buhayeke bilind dikirin, neçarin ku buhayê sebzeyan jî zêde bikin." Cotkarên heremê jî ev yek jî dane diyar kirin ku eger alîkarî ji aliyê Saziya Çandiniyê ve bi wan re were dayîn wê karibin pêdiviya bazarê hemû pêşwazî bikin û sebze wê qet qut nebin û peyda bibin.

(hs/rc)