Komîteya Aboriyê xebatên kooperatîfa çandiniyê bi civînek nirxand
14:17
JINHA
DIRBÊSIYÊ -
Komîteya Aboriya Kongreya Star bi armanca nirxandina xebatên kooperatîfên çandiniyê li Navenda Çand û Hunera bajarê Dirbêsiyê civînek pêk anî. Di civînê de 270 endamên kooperatîfê amade bûn û rewşa çandinî, kar û xebatên kooperafê hatin nirxandin. Civîn bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir û rêvebera Komîteya Aboriya Kongreya Star Delal Efrîn civîn birêve bir. Delalê di serî de rewşa siyasî ya herêmê û pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê nirxand û dûvre qala ambargoya ku dewleta Tirkiyê û PDK bi awayeke hevbeş li ser Rojavayê Kurdistanê pêk tînin anî ziman. Delalê got, "Di esas de girtina deriyê Sêmlaka jî polîtîkayeke taybet a PDK-AKP'ê ye ku wiha dixwazin Rojavayê Kurdistanê di warê aborî de tengav bikin. Lê belê em ê bi aboriya xwe ya komînal vê polîtîkayê vala derxin."
Delalê her wiha da zanîn ku erdnigariya Rojavayê Kurdistanê di her warî de dewlemende û wiha pêde çû, "Em wek gelê Rojava bi çandiniya xwe û bi petrola xwe ya dewlemend, pêdiviyên xwe pêk bînin. Jixwe niha demê çandiniyê ye, lewma rola kooperatîfên çandiniyê derdikeve pêş. Divê em bi vê zanebûnê hîna bêtir li ser çandiniyê bisekinin." Di civînê de endamên kooperatîfê jî nêrîn û pêdiviyên çandiniyê anîn ziman. Herwiha di encama civînê de biryar derket ku ji berhemên çandiniya kooperatîfan %60 ji bo endamên kooperatîfê were veqetandin. %20 ji bo Kongreya Star û %20 jî ji bo pêdiviyên rêxistinkirinê were bikar anîn.
(şe/en/rc)