Jinên Girkê Legê di serayan de bingeha aboriya komînal avadikin
09:12
Rûken Dêrik/JINHA
GIRKÊ LEGÊ - Jinên bajarê Girkê Legê ji bo pêşxistina aboriya komînal û vala derxistina ambargoya li ser herêmê di serayan de çandiniyê komînal pêk tînin. Jinên kedkar armanc û encamên vê xebata xwe anîn ziman.
Li Rojavayê Kurdistanê jin pêşengiya xebatên înşayê û aboriya komînal dikin. Li bajarê Girkê Legê a Kantona Cizîrê jin ji bo pêşxistina aboriya komînal ya xweser û xurtkirina aboriya herêmê, her wiha vala derxistina ambargoya hevbeş ya ku AKP-PDK'ê li ser Rojavayê Kurdistanê pêk tînin, xebatên çandiniyê dimeşînin. Di vê çerçoveyê de di serayan de çandiniyên ku bi kedê jinan a komînal pêk hatî, berhem dide êdî. Jinên kedkar hem armanca çêkirina mala plastîk, hem jî encamên ku bi vê projeyê gihîştinê, anîn ziman.
'Em dixwazin têkîliya jin-ax, jin aboriyê zindî bikin'
Rêvebera kooperatîfa çandiniya bajarê Girkê Legê Mizgîn Mihemed Emîn diyar kir ku wan di 2'ê Îlona salê borî dest bi vê pirojeyê kirine û wiha got, "Pêwîstiya herêmê bi pêşxistina xebatên çandiniyê hebû, her wiha em dixwazin jin bi karên aboriya komînal zêdetir mijûl bibe. Wiha jî jinûve têkîliya jin û axê, jin û aboriyê, jin û komînaltiyê zindî bikin. " Mizgîn da zanîn ku hejmara karkerên jin li serayê gihîştiye 20'an ku ji pêkhateya Kurd û Ereban pêk tên û wiha domand, "Ku me Kooperatîfa Çandiniyê avakir, herî bêtir jî me xwest jinên ji gundan tevlî bikin. Ji ber ew bêtir di karê çandiniyê de bi tecrûbe ne. Ji bo malbata wan jî piştgirî."
'Jin bi wîjdan kar dikin'
Mizgînê bilêv kir ku di pêvajoya karê kooperatîfê de jin jî bêtir hêza xwe dinasin û wiha pêde çû, "Di serî de hin zehmetî hebû. Jinan nedizanîn dê çawa bikin. Dê bi ser bikevin yan na. Lê me dît ku birastî jin ji zilam zêdetir karê xwe bi dîqet û serketî pêk tînin. Di serî de jî jin bi wîjdan kar dike. Tenê li berjewendiyên xwe nafikire. Tevlîbûna jinên Ereb di nav karên aborî de pir baş e. Lê mirov dibîne ku tecrûbeyên wan ên rêxistinbûnê nîne. Hinekê divê di aliyê nasnameya jin de jî perwerde bibînin. Nehêlin mafên wan were binpêkirin. Yanî çi di aliye aborî de, çi jî di nav jiyanê de pêwîstî heye xwe bêtir birêxistinî bikin."
'Weletê ku aboriya xwe nebe, mirî ye'
Ji pêkhateya Ereb, kedkara serayê Ruqiye Hemdûn jî got, "Ez di nav vê baxçeyê de kar dikim. Em dixwazin wiha aboriya komînal a jinê pêş bixin. Her wiha aboriya herêmê jî xurt bikin. Pêwîstiyên bajar jî hene. Jinên Ereb jî êdî beşdarî xebatên komînal ên aborî dibin û her ku diçe ev yek zihniyeta jinê û pê re ya zilam jî diguherîne. Ruxmî ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê, gelê herêmê li dijî wê bi kedeke mezin ambargoyê vala derxîne."
Şemsê Hecî jî wiha got, "Ez li vir kar dikim. Em dixwazin bi ruheke komînal aboriya jinê pêşbixin û tevkariya me ji bo aboriya li Rojava hebe. Me encamên wê yên baş jî dîtin. Birastî di demek ku ambargo li ser vir pêk tê, aboriya komînal û berhemên me sûdek baş dide herêmê. Li gor nêrîna min welatê bê aborî, dişibe welateke mirî. Ji bo wê divê em welatê xwe bi aboriya komînal zindî bikin. Em muhtacê tu hêz û alîkariyekê ji derve nebin û xwe bi xwe xwedî bikin."
(en/rc)