Li Çewlîkê bi kargeriya ku vekirin cesaret dan gelek jinan
09:15
Şehriban Aslan / JINHA
ÇÊWLÎG- Sunay Sari û Leyla Tunç ku bi cihên xwarinê ya vekirine cesaretê didin gelek jinan, diyar kirin ku dema ku dibînin jin dixebitin kêfxweş dibin. Her wiha jinan diyar kirin ku bi jinên ku ligel wan dixebitin re ne tenê têkiliya kar, gelek derdên xwe jî bi hev re parve dikin, ji hev re dibin alîkar.
Li Çewlîkê ji ber civakê jin li her derê nekarin bi rehetî bixebitin. Di civakê de jin her tim tên çewisandin, di gelek karî de jin dane şermkirin. Li Çewlîkê Sunay Sari (45) û Leyla Tunç (51) ev hemû piştguh kirine û xwaringehek vekirin. Her kesî digot wê 3 mehan berxwe bidin lê ev 3 salin kargeriya xwe dişuxulînin. Sunay diyar kir ku li cihê ku vekirine jin dixebitin û hîna jî dixebitin û got: “Piştî me gelek jinan cesaret kir û cihê kar vekirin. Em dikarin bêjin ev bi me dest pê kir. Dema em vê dibînin em kêfxweş dibin. Heta wisa nebe nêrîna Çewlîkê ya li dijî jinan naguhere.” Sunay diyar kir ku li cihên ku vekirine xwarinên herêmî yên Çewlîkê çêdikin, xwarinên avî û şîrînahiyê çêdikin.
‘Gotin 3 meh lê 3 sal derbas bû’
Sunay Sari ya 45 salî ku ji Çewlîkê ye û bi salane bi keda xwe dixebite got: “Dema me nû cihê xwe vekir, her kesî got hunê 3 mehan berxwe bidin. Lê 3 sal derbas bû. Ji me re gotin ev ne karê jinane, karê mêrane. Lê me guh neda kesî. Me dizanibû ku emê bi ser bikevin. Piştî me gelek jinan ji xwe re cih vekir. Hem em dixebitin û hem jinên din ligel me dixebitin.”
‘Jin nekarin li her derê bixebitin’
Sunayê anî ziman ku yên ligel wan dixebitin hemû jinin û wiha berdewam kir: “Tenê bi jinan re xebat gelek xweşe. Hele ku dema em ji wan jinan re dibin alîkar, ev me gelek kêfxweş dike. Jinên li vir dixebitin, bixwe bawer dibin. Li Çewlîkê pirsgirêka herî mezin, jin nekarin li her derê bixebitin. Me li vir ji jinan re qada xebatê vekir. Ez bang li jinan dikim, bila xwe nekin malê. Ti karê ku jin neke tine. “
‘Em dixebitin, kêfxweşin’
Leyla Tunç ya 51 salî jî got berê li cihekî nexebitiye û piştî nerehetiya xwe ya gurçikan, dest bi xebatê kiriye. Leylayê wiha got: “Min nexweşiya xwe ji xwe re nekir hincet. Ger min xwe bikira malê, wê nexweşiya min zêde bibûya. Me ji xwe re ev der vekir. Tenduristiya min jî baş bû. Aliyê herî xweş yê xebatê eve ku ti her tiştî bi keda xwe dikî. Bila jin ti carî li destê mêran nenêrin. Em gelek caran alîkairya xwarinê didin xwendekar, nexweş, extiyar û xizanan. Em piştgiriyê didin jinên li kar digerin. Em dixebitin, kêfxweşin.”
‘Ezê heta dawiyê li cem jinan cih bigirim’
Lutfiye Ariboga (65) jî anî ziman ku berê li derên cuda xebitiye û got: “Min temenê xwe nekir hincet. Temenê xebatê tine. Min serî li vir da qebûl kirin. Ev ne tenê cihê xebatê ye, me li vir ji hev re hevalî kir. Têkiliya xebatkar patron tine li vir. Tansiyon û astima min heye. Keça min jî nexweşa sara ye. Em ji hev re dibin destek.”
‘Em wek xwişkên hevin’
Nazli Bulut (52) got ev 2,5 mehe li vir dixebite û wiha pê de çû: “Hevserê min nexweşe. Keçek min li malê ye. Yek li girtîgeha Şakranê girtiya siyasiye. 12 sal ceza danê. Ez li ser vê nexweş ketim. Ez li malê gelek xera bûm. Min ev der dît, Suna û Leyla gelek başin. Em wek xwişkên hevin.”
(hu)