'Ez li gundê xwe bixwe hildiberînim, bixwe qezenc dikim’
13:47
JINHA
DÊRSIM - Jinên ku ji ber zext û şert û mercên aborî neçar mane, ji gundê xwe derkevin, bi salane li hember jiyana bajara li ber xwe didin. Jinên ku hedî hedî vedigerin gundan, hilberîna xwe bi xwe dikin.
Çiyayê Munzurê bi hezaran zindiyî di hembêza xwe de dihewîne. Gundên Dêrsîmê ji salên 1938'an heta niha rastî zextan hatine û welatiyên li gund dijiyan neçar man koçî bajaran bikin. Gundiyên ku hatin koçberkirin, neçar man li metropolên Tirk û Ewropayê bijîn. Niha jî bi hesreta jiyankirina gundan, li hember jiyana modernîte berê xwe didin gund. Gel li gundan bi xwe hildiberînin û hemû pediviyên xwe pek tînin.
Melek Tugay a ku li gundê Kocakoç a giredayî navçeya Qisleya Dêrsimê, jiyan dike got ku ew jiyana kapîtalîst a li wan tê ferz kirin qebûl nakin. Melek diyar kir ku ev 22 salin neçar maye li bajer jiyan bike û wiha berdewam kir: "Min nikarîbû li bajar bijîm. Ez dîsa vegeriyam gund û min dest bi çandina sebze kir. Niha ez jiyana xwezayî jiyan dikim. Di heman deme de jî min li ber derê male tezgah daniye û sebze di firoşim û bi vî rengî badara mala xwe dikim.”
'Bîhna na min li lbajar dernakeve’
Melekê bi lêv kir ku ew ji ber aboriyê, neçar maye koçî Dêrsimê bike û got ew demekê li wir xebitiye û wiha berdewam kir: "Ji bo ku jiyana bajara zehmet bû, min nikarî bû bijîm. Dema zaroke min mezin bûn, ez hatim min xaniyê gund tamîr kir. Ev 6 salin ez dîsa vegeriyam gund. Ez 22 salan li bajar mam. Min ti tem ji bajar nedigirt û min nikarîbû bîhna xwe bigirim. Her dema ku min bîhn digirt berîkirina gund diket dilê min."
'Ez her tiştî xwezayî hildiberînim'
Melek wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jiyana gund xwezayî ye. Em nikarin vê xwezayê li bajaran bibin in. Ez li ber mala xwe sebze diçînim. Di heman demê de jî dar, moz û mirîşke min hen e. Li gund ez her tiştên xwezayî dixwim. Ji ber vê ez saxlem dijîm. Ez pir keyfxweşim û aram im. Wek hilberînerêk ez li gund jiyana xwe berdewam dikim. Ez toraq çêdikim û bi fêkiyên nav baxçe em rîçal çedikin. Bi vî rengî em ji xwarinên GDO'û durin. Bajar behna min teng dike. Li gund ti dibe qey ez nû hatim dinê.”
(dt/hu)