'Bi qedexekirina zozanan re pêşiyê çanda koçeriyê digrin'

10:40

Zeynep Akin/JINHA

ÊLIH - Di bin navê 'Herêmên Ewlehî ên Taybet' de dewlet dixwaze li pêşiya çanda koçeriyê bigre. Komîsyona Meclîsa Ekolojiyê ya Êlihê Bahar Sonecek diyar kir ku qedexe danîn rê li ber gelek pirsgirêkên ekolojî û aborî vedike û got dewlet bi qedexekirinê pêşî li ber xizaniyê vedike."

Bi hatina demsala havînê re malbatên ku sewalan xwedî dikin, ketin riyê zozanan. Lê ligel êrîşên qirkirinê bi hinceta 'Herêmên Ewlehî ên Taybet' dewlet destûr nade ku koçer derên zozanan. Komîsyona Meclîsa Ekolojiyê ya Êlihê Bahar Sonecek anî ziman ku herî zêde jin bi van qedexeyan re tên maxdûr kirin. Bahar bilêv kir ku pêşî li çanda koçeriyê girtin tê wateya pêşiyê pirsgirêkên civakî, derûnî û aborî vekirine û herî zêde jin di vê qadê de bandor dibe. Bahar got, "Malbatên ku bi salane bi çanda koçeriyê dijîn her roj bi hinceta 'Herêmên Ewlehî ên Taybet' pêşiyê wan tê birîn û destûr nayê dayîn."

'Koçer her roj şerpeze dibin'

Bahar da zanîn ku bi fermana Wezîrê Karê Hûndir li Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş, Qers, Mêrdîn, Amed û Êlihê qedexe tê dayîn û wiha pêde çû, "Ligel qedexeyê ceza jî ji bo malbatên ku diçin zozanan tên dayîn. Ji ber vê helwesta dervî mirovahî û wîjdarî gelek koçer şerpeze dibin. Hem ew hem jî sewalên wan rastî zehmetiyên mezin tên. Bi hinceta qedexeyê gel tê xizan kirin."

'Berdewamiya polîtîkayê qirêje'

Bahar anî ziman ku dewlet bi desthilatdariyê dixwaze civakê bigre bin desthilatdariyê xwe û wiha dirêjî da gotina xwe, "Armanc ji qedexeyê civakbûnê ji holê rakirine. Ev yek berdewamiya polîtîkayê qirêje. Dewlet dixwaze gel xizan bike û mûhtacê xwe bike."

(rc)