Li Dirbêsiyê kooperatîfên xweser pêş dikevin

09:03

Şînda Ebdulah/JINHA

DIRBÊSIYÊ - Jinên bajarê Dirbêsiyê bi armanca pêşxistina qadên aboriyê kooperatîfên xweser avadikin û hêjmarek mezin jin cihê xwe di qadê aboriyê de digre.

Li Rojavayê Kurdistanê bi dest pêkirina şoreşê re, gel bi aweyek rêxistinî di qadên aborî, jiyan, hiqûq, ekolojî, tenduristî û hwd xebatên înşakirinê dan dest pêkirin. Wek çawa qadên din ê civakî de hebûna wê pir li pêş diyar e, qada aboriyê jî bi kooperatîfên taybet bi jinan ruheke nû digire. Rêvebera Saziya Aborî ya Jinê ya bajarê Dirbêsiyê a Kantona Cizîrê Gulîstan Beşar têkîldarê xebatên kooperatîfên xweser nirxandin kir.
Gulistanê diyar kir ku jinan pêşengiya xebatên avakirina sazî û kooperatîfan kirine û wiha got, "Tevlîbûna jinan ji kooperatîfan re gelek zêde bûye."

'Li hember kooperatîfên xweser eleqeyek mezin heye'

Gulîstanê bilêv kir ku jinan rûh daye xebatên aboriyê û wiha pêde çû, "Niha di bajar de 3'ê kooperatîf ên xweser hene. Yek ji wan ya çandiniyê ye, ya duyem yê xwedîkirina sewalane û yê siyemîn jî yê baxçe ye. Di kooperatîfa çandiniyê de 270'î jin û ya bexçe de 30 jin tevlî bûne. Jin gihiştine asta ku bi berhemên xwe bandor li ser aboriyê bikin. Di encama berhemên kooperatîfê, pirsgirêkên ku dorpêç rê li ber vedike jî kêm dibe. Hem em her ku di qada aboriyê de xwe dibînin, hem jî em hêza xwe bêtir dihesin û didin hesandin."

'Tecûrbeyeke nû ye'

Gûlîstanê vebûna koperatîfên taybet bi jinan wek tecûrbeyeke nû bi nav kir û wiha got, "Jin ji dîrokê heya roja îro avakirina bingeha aboriyê ye. Jin li Rojava hember pergala desthilatdariyê têkoşînek mezin dide û pergala xwe ji nûde bi berxwedanek mezin avadike. Ev ji bo me tecûrbeyeke nû ye. Jixwe piştî kooperatîf avabûn ji gund û bajar pir jin hatin û tevlî bûn." Gulîstanê destnîşan kir ku wek Saziya Aborî ew armanc dikin jinan hîn zêdetir tevlî xebatên xwe bikin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Bi gelek jinan re em mijûl bûn. Em bi wan re bûn alîkar. Di encam de kareke hinek zehmet e. Lê piştî ku jin tên û fêr dibin, bi kêfxweşî kar dikin."

Gulistan bang li jinan jî kir ku bêtir tevlî xebatên aborî bibin û wiha gotina xwe dawî kir: "Tevlîbûna jinê di karê aborî de, pêşketinek mezin avadike. Aboriyê pêş dixîne. Jin dikare aboriyê bi rengê xwe ji nûde avabike."

(lç/rc)