Jinên Rojava bi encam girtina ji hilberînê kêfxweşin

09:03

Zîlan Serhan-Firdews Emî/JINHA

TIRBESIPIYÊ - Li Rojavayê Kurdistanê hilberîna ku bi pêşengî û keda jinan pêk tê, rengê jiyanê diguhere. Jina Ereb Nacma Rehab diyar kir ku bi encam girtin ji hilberînê rûyê wan û jiyana wan geş bûye.

Li Rojavayê Kurdistanê hember dorpêç, êrîşên qirkirinê û ambargoyê gel parastina xwe dikin û bi çandiniyê re hilberînê pêk tînin. Jinên ku pêşengiya çandiniyê dikin, bi encam girtina ji kedên xwe kêfxweşin. Jina Ereb a ji bajarê Reqayê Nacma Rehab bi dest pêkirina êrîşên ser bajarê Reqayê berê xwe herêmên ewle ên Rojavayê Kurdistanê û ji bo debara xwe yê jiyanê pêk bîne dest bi çandiniyê dike. Nacma niha jî bi berhemên ku keda destên wê û bi dehan jinên din tê de heye, rûken û kêfxweş e.

'Ji bo min derfetek baş bû xebatê çandiniyê'

Necma diyar kir ku ew cihê xwe di xebatê çandiniya bajarê Tirbesipiyê de digre û got ew tevlî gelek hevalên xwe ên jin ji heyva Adarê ve bi çandiniyê re mijûl dibin. Nacma da zanîn ku baxçeyên ku bi kedên mezin xwedî dikin êdî berhemên xwe didin û wiha domkir, "Ji ber êrîşê çeteyan em neçar man, bajarên xwe terk bikin. Hevjînê min çû Tirkiyê û me tev terk kir. Zarokên min hene, dixebitim ji bo wan. Ez tevî gelek hevalên xwe ên jin li vir dixebitim. Ji bo min derfetek baş bû xebatê çandiniyê."

Nacma da zanîn ku piştî dest bi xebatê kiriye wê hêdî hêdî hêzê xwe naskiriye û baweriya wê pêşketiye. Nacma wiha pêde çû, "Min di dest pêkê de hin guman dijiya. Lê piştî min dît hevalên min ên jin bi aweyek çalak dixebitin, min hêz girt û wêrekiya min hember jiyanê mezin bû. Berhemê kedên me êdî li ser dezgehên bajarê Tirbesiyê digrin. Ev yek jî me gelek kêf xweş dike."

(lç/rc)