Dikandarên jin bi îddîayên mezin dixebitin

09:05

Rûken Dêrik/JINHA

GIRGÊ LEGÊ - Sûka bajarê Girkê Legê bi tevlîbûna jinan ruheke nû girtiye. Dîkandarên jin ên bajêr diyar kirin ku ew bi armanca guhertina sûkê xebat didin meşandin û gotin, "Em bi îddîayayê guhertina sûkê kar dikin."

Li Rojavayê Kurdistanê jin bi îddîayê guhertina hişmendiyê civakê jiyanê ji nûve avadikin. Li bajarê Girkê Legê a Kantona Cizîrê dikandarên jin diyar kirin ku ew bi îddîayê guhertina sûkê xebatê xwe dikin û wiha gotin, "Armanc guhertina jiyanê û zîhniyeta civaka zayendî pereste." Yek ji dikandarên jin Rojda Salihe. Rojda li dikanê bazirganiya cil û bergê jinan dike. Rojda xebatê bazirganî û dikandariyê jî xalek ji jiyanê dibîne û wiha got, "Divê jin bêtir di sûkê de bixebitin û zîhniyeta serdestiyê bigerhin."

'Kapîtalîzm têştên ku ferz dike li sûkan têne pêşkêşkirin'

Rojda diyar kir ku feraseta bazirganiyê jî şaş hatiye famkirin û wiha domand, "Di serî de ez girîng dibînim jin di karên aborî û bazirganiyê de hebin. Lê ji bo me rexnekirin û jinûve bidestgirtina sûkê jî girîng e. Wek mînak keda destan zêde qîmet jê re nayê dayîn. Piranî elaqe ji bo tiştên teknîkî û yên amede heye. Ger jin karên xwe yên destan bêtir derbasî bazarê bikin, dibe hin guhertin çê bibe. Her wiha di bazarê de cilên ku kargeh çêdikin piranî li gor modeyê ne. Yanî cilên bi xeml û reng tînin sûkê, hemû jî li gor çanda Ewrûpa ne. Zêde bi navê Rojhilata Navîn mirov tiştek nabîne. Kapîtalîzm tişên ku ferz dike, li sûkan têne pêşkêşkirin. Cilên Kurdî jî hinekê modernîze kirine. Yanî gerek dike ev jî were dîtin. Lê di encam de em li sûkê ne û her karê xwe bi cidiyet, hezkirin û rêz ji bo civakê pêk tînin." Rojda di dawî de anî ziman ku ew rastî eleqeyek mezin ji aliyê jinan ve ên."

'Me gavên dest pêkê avêtî lê hîna riyên dûrûdirêj heye'

Dikandara amûrên kozmetîkê Elîfe Asî jî wiha got, "Ez bixwe di dikana makyaj ango kozmetîkê de kar dikim. Hinekê şert û mercên jiyanê bû sedem ez kareke wiha de cih bigrim. Lê wek jinek ku di sûkê de ez dixwazim hin guhertin jî bidim çêkirin. Wek mînak têkîlî û danûstendina min bi mûşteriyan re ne li ser esasê berjewendiyê ye. Ez dixwazim ji wan re bibim alîkar û tiştên hewce bidim wan. Her wiha di nav sûkê de piranî mêr bazirganî dikin. Di aliyê paqijî û deng de jî baldar nînin. Jin piranî wek mijara bazirganiyê tê dîtin. Rûyê wê, porê wê û bedena wê bûye mijara reklaman. Ez di wê baweriyê de me ku ger em jin hîna bêtir xwe tevlî xebatên sûkê û berhemdayînê bikin, dê zilam jî nikaribe hertiştekê li gor feraset û zîhniyeta xwe eyar bike. Lewma em ê rengê sûkê û bajarê xwe biguherin. Wek dest pêk me gavên vê avêtiye, lê hîna rêyên dûrûdirêj li pêşiya me heye."

(hs/rc)