Jin îstîhdama xwe ava dikin

09:01

JINHA

WAN – Sariye Bal diyar kir ku ji bo îstîhdama xwe ava bikin divê têkoşîn bê dayîn û got di 12 saliya xwe dest bi dirûnvaniyê kiriye û bi saya vê di civakê de pîvanên jin dikare çawa bixebite şikandiye.

Jin li qadên dijîn ji bo îstîhdama xwe ava bikin di nav lêgerînên cuda de ne. Ligel îstîhdamê jin ji bo dîtina kedê jî têdikoşin û di şert û mercên zehmet de bin jî alternatîfên xwe hildiberînin. Sariye Bal ya bi malbata xwe re ji Elkê ya Şirnexê koçî Wanê kirin, di 12 saliya xwe de bavê wê jê re makîneyek dirûnê girt û dest bi dirûnvaniyê kir. Sariye piştre li navendên gel perwerda nexşan girt û bi vî awayî aboriya xwe qezenc kir.

‘Min li dijî feodalbûnê têkoşîn meşand’

Sariyeyê diyar kir ku piştî zewicî şûnde dirûnvanî kiriye û got li dijî feodalbûnê jî têkoşîna xwe meşandiye. Sariyeyê wiha got: “Li Wanê jinek terzî ya nîv rojê dixebitî hebû. Ez çûm cem wê ji bo kar. Min got ez her sibê dukana te vedikim û çi kar hebe ez dikim. Piştî salekê xebitîm û hevkarê dukanê. Du sal şûnde jî min dukana xwe vekir. Min dukanek kirê kir.”

‘Min hem tinebûn û hem jî bidestî dît’

Sariye got têkoşîna ku dide ji bo jinên derdorê jî dimeşîne û got: “Min tinebûn dît. Ji ber vê kî karê destan ji min re bîne ez şûnde venagerînim. Ez dixwazim ez jî qezenc bikim, bila ew jî li ser piyan bisekinin. Lîf, papik, mehlef û her wekê din tînin li dukana min difiroşin û ji bo wan jî dibe piştgirî.”

((db-hk/hu)