'Em ê bi xebatên hevbeş encamên baştir bidest bixin'

09:04

JINHA

ÊLIH - Ev 5 salin jin di qadên cuda yên Atolya Hêvî Jina ya girêdayî Şaredariya Êlihê de xebatên xwe berdewam dikin. Jinan atolyek nû vekir û diyar kirin ku ew dixwazin bigihîjin hemû jinan.

Jin 5 sale di Atolya Hêviya Jinan a giredariya Şaredariya Êlihê di xebitin û aboriya xwe bi xwe avadikin. Atolye ji aliyê aborî, civakî û piştgiriyê ve baş berdewam dike. Jinan diyar kirin ku we hewildidin ku hemû jinan bînin gel hev. Jinên atolyê jiyana hevbeş esas digirin. Jin hem fêrdibin û hem bi berhemên destê xwe qazanç dikin. Xebatkarên jin dan zanîn ku mînaka atolyê jiyana hevbeş û aboriya komînal derdixe berçavan û xebatên xwe berfirehtir dikin. Ji rêvebira atolyê Nurcan Biçer got: "Em ê bi xebatên hevbeş encamên baştir bidest bixin.'

'Em hewildidin hemû jinan tevlî xebatên atolyê bikin'

Nurcan bilêv kir ku 3 atolye hunerî hene û wiha dom kir: "Birîn, dirun û komên me yên çêkirina xaliyan hene. Me li qursa kuafor a ku nû vekir xizmeta bê pere da zarok û jinan. Li qursê 12 jin dixebitin. Armanca me ewe ku em hemû jina bigîhînin hev."

'Me qadên aborî ji jinan re avakir'

Nurcan anî ziman ku ew li taxê cureyên xebatê û xizmeta bê pere didin zarok û jinan û wiha dom kir: "Mamosteyê me li taxan bi dildarî perwerda çêkirina wêne didin jinên ciwan. Xebatên me ji bo hûnera jinan derxin pêş û piştgirî bidin çêkirin berdewam dike."

Nurcan di dawi ya axaftina xwe de got ku ewê jinan tekilî hilberîn û aboriya civakî bikin û di heman demê de ew ê xebatên xwe berfirehtir kin û jinan bi heztir bikin.

(dt/zt)