Yekemîn berhemên baxçê jinê hate rakirin

09:17

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR - Endamên kooperatîfa ser bi Kongreya Star yekemîn berhemên bexçeyê xwe bi kêfxweşiyeke mezin rakirin. Jinan gotin, "Îro em berhemên keda xwe radikin û bila herkes zanibe ku jin dikarin jiyaneke komînal ava bikin."

Beriya 2 mehan Kongreya Star û Mala Jinê bi hev re dest bi xebata kooperatîfa çandinyê kirin. Piştî ked û xebateke mezin, endamên kooperatîfê yekemîn berhemên keda destê xwe rakirin û gotin, "Em ne muhtacê tu kesî ne, em dikarên debara xwe bi xwe bikin û jiyaneke azad û komînal avabikin."

Rêvebira Kongra Star a bajarê Til Temir Çinar Salih kêfxweşiya xwe wiha bi mera parvekir, "Beriya demekê deriyê Sêmalka ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate girtin, wê demê pirsgirêkên aborî derketin. Em wekî jinên di Kongreya Star de me dest bi kooperatîfa bexçe kir û sebzeyên pêwîst çandin. Îro bi kêfxweşyeke pir mezin û bi moraleke bilind berhemên keda xwe radikin." Çinar da zanîn ku ew wek kooperatîfa jinê difikirin ku bi berhemên bexçe ji aboriya herêmê re bibin alîkar û wiha pêde çû, "Ji ber pêdiviyên jiyanê buha bûne. Ji bo vê yekê jî em ê van berhemên xwe derbasî bazarê bikin û bi buhayeke erzan jî bifroşin."

Endama kooperatîfê Hedla Yûnus jî wiha got, "Ev berhem tev bi keda destê jinane. Kongreya Star û Mala Jinê bi hevkariyê dest bi xebatê kooperatîfa çandiniyê kirin, me tevan bi hev re li ber bexçe xwîdan rijand û me ev kar bi ser xist."

(en/rc)