Jinên esnafên Mêrdînê: Bila şer biqede gel bi hev re bijîn

09:52

JINHA

MÊRDÎN - Di encama êrîşên qirkirina nijadî yên li Kurdistanê hatî despêkirin de gelek mirov hatin qetilkirin, bajar hatin xirakirin û şewitandin. Jinên esnafên bajarê Mêrdînê yê bi dîroka xwe tênasîn jî ji şer bandorbûne. Di pêvajoya turîzim sekiniyî û esnaf bi protestokirinê derê dikanên xwe digirin li gel jinên esnaf axivîn.

Komkujiyên ji aliyê hêzên dewletê ve li Kurdistanê tên kirin bi xirakirina bajaran berdewam dike. Ji ber îşkala hêzên dewletê turîstên herêmî jî direvin. Ji xwe ji ber şer turistên biyanî jî tine ne. Esnafên aştiyê dixwazin dan zanîn ku ew ne tenê di aliyê ticarî de di aliyê jiyanê de jî dikevin tengaviyan. Esnafan bilêv kirin ku bi şerê berdewam dike re jiyana gelên Mezopotamya ya kevnare jî namîne.

Sevcan Yilmaz ya ku xwediyê dikana xelatane got: "Ji ber bazar pir tineye me navber daye hinek karê xwe. Me sabûna bi marqeya 'Jin' çêdikir. Lê di vê pêvajoyê de me wan karan paşde hêlaye. Ez niha bi vê dikanê berdewam dikim. Em niha tişên weke xelat û sabûnan çêdikin. Em hemu jinin, bi hev re dixebitin. Karê me baş diçu, lê bi despêkirina şer re êdî turist nayên. Ji ber tiştên me nayên firotin kêmek maye em dikanê bigirin. Hemû esnaf weke minin. Berî sê salan gelek turist dihatin. Ji niha û şon de êdî dewlet niyetek baş nîşan bide jî dê weke berê nebe. Ev rewş her kesê bandor dike. Kes şer naxwaze, em dixwazin ev şer bidawî bibe."

Yuksel Taş a ku taqiyên bi destê jinan tên çêkirin û kincan difiroşe jî got: "Ev saleke ez livêderê dixebitim. Ji ber pêvajoyê karê me baş naçe. Ez hêvîdarim ku pêvajo cardin weke berê bibe. Berê hinek caran hebû me rojê 100 heya 200 lîre qazanc dikir, lê niha hinek car heye rojê em tenê lîreyekê jî qazanc nakin. Turist nayên, welatiyên herêmê jî ji bêkariyê nikarin tiştekê bikirin. Em dixwazin aramî çêbibe, ev xwîn bê sekinandin."

Funda Aksan a ku li Midiyadê ron û sabûna xwezayiya bidestê jinan tê berhevkirin difiroşe jî got: "Di van demên dawiyê de ne tenê Mêrdîn li tevahiya Tirkiyê turîst nemane. Karê me jî ser turîzmê diçe. Dema ku turîst nebe, karê me jî disekine. Em dixwazin pêvajo cardin vegere weke berê."

(zt)