Rahîme ligel her astengî aboriya xwe pêk tîne

09:02

JINHA

WAN- Rahîme Sagyigit (60) ya ku bi hunandina rêsî aboriya xwe pêk aniye, piştre kargeh vedike û xebatek mezin ligel temenê xwe pêk tîne. Rahîmê diyar kir ku baweriya wê bi hêza jinê ya serkeftinê heye û wiha got, "Wek jin ligel her cure astengiyên jiyanê divê em têbikoşin."

Jin li tevahî qadên jiyanê ji bo îstîhdama xwe ava bikin di nav lêgerînan de ne. Rahîme Sagyîgît (60) ya ku kedê xwe bi wate dike, ligel temenê wê yê dirêj têkoşînek bi mînak dide. Rahîmeya ku berê 12'e salan ji navçeya Gevera Colemêrgê koçî Taxa Meteorolojî ya navçeya Rêya Armûşê kiriye, qala zehmetiyên ku di nava xebatê de rast lê hatî kir û got her kes digotin "Jin bi serê xwe çewan dê karbikin?." Rahîmê destnîşan kir ku ew li hember her cure zehmetî têkoşiyaye û wiha domand, "Serî de min zehmetî kêşand. Ji berî her tiştî ez dayikim. Berpirsyariya min hember malê û zarokan heye. Civak û malbat ji zaroktiyê ve berpisyariyê hînê zarokên xwe dike. Rolek ji jinan re diyar dikin."

'30 sale bi keda xwe aboriya xwe pêk tîne'

Rahîmê anî ziman ku ew bi hunandina rêsî aboriya xwe pêk tîne û wiha got, "12 sale ez Wanê dijîm. Min xwe hînê cil dirûnê kir. Pîştra min makîneya cil dirûnê sitand. Li ser sîparîşan min karê xwe dikir. Dûvre min kargeh vekir û xebatê xwe berfirehtir kir. Em cilên zarokan, yên dayikan, gorê rîs, lîfik, kefîya çêdikin. Ez hiriyê ji bo xwe distînim. Piştra jî dişûm. Dikim lihêf doşek û difiroşim. Jin hez bike dikare di hemû aliyan de xwe pêş bêxe. Ez vî temenê xwe de dest bi karê xwe bernadim û hewceyarê kesê jî nabim ji bo wê bila hemû jin dest bi xebatan bike."

'Bi keda deste mirov wateya jiyanê çêdibe'

Rahîmê destnîşan kir ku ew bi hêz û baweriya xwe heya roja îro dixebite û got her jinek dikare hêzê xwe derîne û tevlî qadê xebatê bibe. Rahîme her wiha got ew li hember rolên ku ji jinan re hatî diyar kirin jî xwe rizgar kiriye û wiha dawî li gotina xwe anî, "Wek jin ligel her cure astengiyên jiyanê divê em têbikoşin."


Rahîmê got ez bi hêz û baweriya xwe heya niha hatim jin hemû jî dikarin dest bi kar bikin. Malbata min dibêje min bese 30 sale tu têkoşîna jiyana xwe didî. Lê ez dibêjim wan ez nikarim bê kar bijîm. Bi deste xwe aboriya xwe pêk dikim. Parê ku ez bi keda deste xwe distînin hêstek cudaye. Wateyê jiyana mirov çêdibe."

(hk-htk/rc)