Tamên xwezayi bi şêwirmendiya jinan pêşdikeve

10:54

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE – Nevilay û Neşe bi tama xwezayiya nanê sêlê şêwirmendiyê mezin dikin û hem ji aboriya mala xwe birêve dibin gotin: “Em jin bihêzin.”

Nevilay Yaka ya 48 salî û Neşe Narli ya 51 salî li aliyekê tamên xwezayî pêşkêşî hemû welatiyan dikin li aliyekê ji debara mala xwe dikin. Nevilay û Neşe li ser cadeya Taxa Çinarliya navçeya Seyhana Edenê dikana nanê sêlê vekirine. Ev 6 salin di saetên serê sibê de tên nanê sêlê çêdikin. Nevilay wiha got: “Dema ku jin bixebite bihêz dibe.”
'Em li hember zoriyên jiyanê li ber xwe didin'

Nevilay da zanîn ku ew li hember zoriyên jiyanê bi salane li ber dikana nanê sêlê têkoşinê dike wiha axivî: “Li gel hevala xwe Neşe em her roj saet di 06.00’an de tên dikanê vedikin.Pişti ku em tiştên xwe amadedikin û nanê sêlê yê germ derdikeve em didin muşteriyan. Dema ku welati dibînin gelek kêfxweşdibin, ji ber her tiştên bi destê jinan diha guzeldibe. Dema ku em wê memnûniya ser ruyê mirovan dibinin hin zêdetir şanaz dibin. Birasti xebat hêzê dide jinan. Jinên ku aboriya xwe bihêzdikin dikarin di har aliyên jiyanê de serkeftibin.

'Hedefa me vekirina kafeterya ye'

Neşe Narli jî bilêvkir ku wan hedefa xwe mezin kiriye û wiha dom kir: “Dibe ku niha di aliyê abori de ewqas em başnebin, lê di dema pêş de em dikarin hedefa xwe mezin bikin. Ji ber ku zarokek min heye, hevjinê min ji nexweşe nikare bixebite ji bo wê min biriyara xebatê da. Birasti hem di aliyê abori û hem jî di aliyê derunî de xebat gelek başe û hêzê dide mirovan. Herî kêm di rojên wiha teng de mirov muhtaci kesê nabe. Ez dixwazim her kes bixebitin, taybetî jî jin.”

(zt)