Jin aboriya xwe ava dikin

09:04

JINHA

WAN – Li Ebexê Serap Uygun ya ji bo abariya xwe atolyeya dirûnê vekir, hem kumaşan didrû û hem jî perwerda dirûnê dide jinan. Serapa ku ji bo jinan qada îstîhdamê ava dike got: “Dema jin bawer bike tiştekî ku biser nekeve tine. Tenê bila jin bawer bike.”

Jin qada îstîhdama xwe ava dikin û di jiyana xebatê de cih digirin. Li navçeya Ebex a wanê Serap Uygunê 5 sal berê atolyeyek vekir û li aliyekî kumaşên bermayîn dinirxîne û li aliyê din jî derfeta kar dide jinan. Serapê 13 sal berê dest bi dirûnvaniyê kir. Serapê bi atoyeya ku vekir ji jinan re jî bû mînak û got: “Ji ber ez ji virim welatî min nas dikin. Ez her tim diçûm malan. Di van sohbetên me dikir de min bawer kir ku divê jin aboriya xwe bidest bixin.”

‘Jin dikarin kargeriya xwe vebikin’

Serapê bi lêv kir ku li Atolyeyan kumaşên bermayîn dinirxîn eû got ligel van rûyên lihîfan, çarşefên nivînan û perdeyan jî didrû. Serapê wiha got: “Min bi jinên atolyeyê re jiyanek hevpar ava kiriye. Xebata ez li vir dimeşînin, derfet dide jinan ku hem di qada aborî û hem jî dikare çi bike de, pêş dixe. Piştî perwerdeya ez didim piştî demekê, belgeya dikare cihê kar ji xwe re vekin didimê. Ez wisa difikirim ku projeyên ku min dixwest pêş bixim, bi ser ketime.”

'Jin li her qada jiyanê ne’

Serapê destnîşan kir ku di her qada jiyanê de keda jinê heye û got: “Ji ber paşverûtiya civakê jin nekarî azad tevbigerin. Di her qada jiyanê de jinan cih digirt, barê herî giran li ser jinê ye. Lê ev rastiyeke ji bo îstîhdama xwe ava bike, ne bi bandor bû. zîhniyeta serdest rol dida jinan. Jin dikir bin bandora xwe û ‘koletiya dildar’ lê ferz dikir.”

Serapê di dawiya axaftina xwe de got atolyeya wê rastî eleqeyek mezin tê û got: “Projeyên min yên aboriyê hebûn. Lê ji bo vê derfeta aborî tinebû. Ji ber vê min taloq kir. Hewldanên min hene. Ez bawer dikim ku wê encamên erênî bidest bixim. Dema jin bawer bike ti tiştekî ku bi ser nexîne tine.”

(htk/hu)